Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK), Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) û Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê(ITO) daneyên nû yên enflasyonê aşkere kirin.
Li gorî daneyên TUÎKê endeksa bihayê xercekar(TUFE) di meha Cotmehê de mehane ji sedî 2,88 û salane jî ji sedî 48,58 e. Enflasyona ji sere salê ve bûye ji sedî 39,77. Rêjeya 12 mehên ku di zêdekirina kirêyê de hat girtin ji sedî 62,02 e.
ENAG: Enflasyon ji sedî 5,57 e
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) jî daneyên xwe yên enflasyonê aşkere kir.
Li gorî daneyên ENAGê di meha Cotmehê de enflasyon ji sedî 5,57ê zêde bûye û salane jî bûye ji sedî 89,77.
ÎTO: Enflasyona mehane ji sedî 3,64 e
Odeya Bazirganiyê ya Stenbolê(ÎTO) di 2ê Mijdarê de daneyên xwe yên têkildarî meha Cotmehê aşkere kir.
Li gorî daneyên ITOyê enflasyona mehane ji sedî 3,64 e û ya salane jî ji sedî 59,10 e.