Fotograf:AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Tirkiye nikare ji krîza giran a ekonomîk derbikeve. Li gorî daneyên ku Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUIK), enflasyona salê di meha Adarê de bûye 61,14. Enflasyona mehane jî bûye ji sedî 5,45. Enflasyon li gorî meha Kanûna Pêşiyê ji sedî 22,81 zêdetir bûye.
Enflasyon herî zede di veguhastinê de bilind bûye
Di Endeksa Bihayan a Serfkaran (TUFE) a salê de rêjeyan hemû beşên esasî bilind bûye. 9 beşên esasî li gorî 3 beşên esasî kêmtir bilind bûye. Li gorî van daneyan, di salê de herî hindik enflasyon di beşa ragihandinê de bilind bûye ku rêjeya wê ji sedî 15,08 e.
Li gorî sala derbasbûyî di beşa perwerdeyê de ji sedî 26,73, di beşa cil û bergan û pêlavan de ji sedî 26,95 û di beşa tenduristiyê de ji sedî 34,95 zêde bûye.
Beşên ku enflasyon gelekî zêde bûne jî ev in: Ji sedî 99,12 veguhastin, ji sedî 70,33 xurek û vexwariyên bêalkoll, ji sedî 69,26 jî kelûpelên malan. (HA/FD)