Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Bi hatina meha Îlonê re Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) ku Akademîsyen û ekonomîstan ava kirine û Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên enflasyonê yên têkildarî meha Tebaxê aşkere kirine.
Li gorî TUIKê enflasyona mehane ji sedî 1,46 e û enflasyona salane jî ji sedî 80,21 e. Li gorî ENAGê jî enflasyona mehane ji sedî 5,86 û ya salane jî ji sedî 181,37 e.
TUIKê aşkere kiriye ku ji serê salê heta niha rêjeya enflasyonê ji sedî 47,85 e li gorî ENAGê jî ev rêje ji sedî 91,62 e.
Li gorî daneyên TUIKê di sektora ragihandinê de enflasyone ji sedî 27,05 e. Li gorî heman meha sala par enflasyon hêrî kêm di vê sektorê de bûye. Zêdebûna herî bilind jî bi rêjeya ji sedî 116,87an di sektora veguhestinê de bûye.
Li gorî mehane di veguhestinê de ji sedî 1,78 daketiye. Sektora tenduristiyê jî ji sedî 7,01 zêde bûye. Ev zêdebûna herî bilind ya mehane ye.(HA/AY)