Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Saziya Statîstîkan a Tirkan(TUIK) rêjeya Enflasyonê ji bo meha Çiriya Pêşiyê(Cotmeh) eşkere kiriye, li gor par heman mehê enflasyon ji sedî 25,24 zêde bûye.
Bikir dê bi heman pereyî bikarin ji sedî 25,24 kêmtir tiştan bikirin.
Texmîna Ajansa Anadolûyê ji bo meha borî 1,9 bûye lê enflasyon di meha borî de ji sedî 2,64 zêde bûye.
Herî zêde cil û beg û pêlav biha bûne. Enflasyon ji bo pêlav û cilikan ji sedî 12,74 zêde bûye.
Bi tenê enflasyon ji bo veguhestinê kêm bûye: Ji sedî 0,85.
*Enflasyon
- helawisan, kêmtirbûna nirxê diravî ji ber girantirbûna bihayê tiştan
- bênirxbûna tiştekî ji ber zêdebikaranîna wî(Wikiferheng)
(HA/MB)