Enes Hocaogullari, mafparêzê LGBTİ+yan û nûnerê ciwanan ê ku Tirkiyê li Kongreya Rêvebiriyên Herêmî ya Konseya Ewropayê temsîl dike di axaftina xwe ya li Strasbourgê ya 27ê Adarê de zextên li dijî xwepêşandanên piştî girtina Ekrem Îmamoglû anibû rojevê.
Hocaogullari di 5ê Tebaxê de ji ber vê axavtina xwe li Balafirgeha Esenboga ya Enqereyê bi tohmeta ku "bi aşkereyî agahiyên şaş belav kiriye" û "kîn û dijminahî xistiye nava gel" hatibû desteserkirin û piştre hate girtin.
Îdîaname hate qebûlkirin
Îdîanameya ku Serdozgeriya Komarî ya Enqereyê ji bo Hocaogûllari amade kiriye, ji aliyê 86emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Enqereyê ve hate qebûlkirin.
Di îdîanameyê de hatiye gotin ku Hocaogûllari di axaftina xwe ya ku di 27ê Adarê de li Strasbourgê kir de, ji bo midaxeleya polîsan a li hember xwepêşandanên ku piştî girtina Ekrem Îmamoglû dest pê kirin de gotinên wekî "hêza zêde pêk aniye" û "lêgerînên tazî kirine" bi kar aniye. Her weha Rêvebiriya Giştî ya Emniyetê û Wezareta Dadê bi van gotinan re hatine etîketkirin û li ser medyaya civakî hatin parvekirin.
Di îdianameyê de hate destnîşankirin ku Hocaogullari ti belgeyek pêşkêş nekiriye ku vexwendina xwe ya fermî ji bo civîna Konseya Ewropayê piştrast bike û her weha hatiye xwestin ku ew di çarçoveya Qanûna Cezayê Tirkan ya bi Hejmar 5237 were cezakirin û li gorî xala 53em ya Qanûna Cezayê Tirkan ji mafan bêpar bimîne.
Danişîn di 8ê Îlonê de ye
Îtirazên parêzerên Hocaogûllari yên ji bo girtina wî/wê hatin redkirin. Danişîna yekem dê roja Duşema 8ê Îlonê di saet 11:55ê sibehê de li 86emîn Dadgeha Cezê û Esliyeyê a Enqereyê were lidarxistin. Di danişîna yekem de wê parastina wî/WÊ were girtin û rewşa girtina wî dê were nirxandin.
(AB/AY)
