Merdan Newayîyî kitêba “Endîşeya Pêxember” ya Yavuz Ekinciyî ji zimanê tirkî wergerandiye kurdîyê û weşanxaneya Avestayê weşandiye.
Yavuz Ekinci ji Êlihê ye û xwediyê du xelatên girîng yên edebiyata tirkî, Haldun Taner (2005) û Yunus Nadi (2008) ye.
Kitêbên Ekinciyî “Erdên Bihuştê yên Winda” û “Ayetên li Can Nivîsandî” ji zimanê tirkî ji bo zimanê kurdî hatibûn wergerandin.
Piştî weşanxaneya Avestayê dayî zanîn ku kitêba nivîskarî hatiye weşandin, îro wêneyê nivîskarî digel kitêba wî weşand.
Herweka kitêbeka Ekinciyî ya bi navê “incir” bûye senaryoya fîlma İz / Reç (2011) ya Tayfun Aydinî.
(MB)
Çavkanî: Avesta