Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Ji bo çêkirina Bendava Ilisûyê hat îdiakirin ku bi dînamîtan şkeftên Heskîfê hatine herifandin.
Şandeyeka Jora Endazyarên Avahîsaz û Jora Arkeologan şkeftên Heskîfê kontrol kirin.
Piştî çêkirina Bendava Ilisûyê avahiyên 12 hezar salî yên Heskîfê dê di bin avê de bimînin.
Hasankeyf parça parça yok ediliyor. #HasankeyfBoğulmasın pic.twitter.com/zU3fFvKoEk
— Arkeofili (@Arkeofili) 15 Ağustos 2017
Tevgera Parastina Heskîfê eşkere kiribû ku ji bo xistina kevirên metirsî heye bi xwe bikevin, dînamît têne teqandin û bi vê yekê zerer li şkeftan bûye.
Walî: Dînamît nehatine bikaranîn
Hasankeyf'te tehlike arzeden kayaların kaldırılması esnasında dinamit kullanılması kesinlikle söz konusu değildir. pic.twitter.com/voObX7g5Di
— Ahmet Deniz (@denizahmet111) August 15, 2017
Waliyê Êlihê, Ahmet Denîzî got:
“Bi ti awayî ji bo xistina kevirên metirsî heye bi xwe bikevin, dînamît nehatine bikaranîn.”
“Rê û rêbaz hene”
Serokê Jora Endazyarên Avahîsaziyê ya Êlihê, Ferat Demîrî eşkere kir vîdeo nîşan didin û şahidên bûyerê hene ku dîtine dînamît hatine bi karanîn, Dmîrî got:
“Zerer li şkeftên li jêr û mexzenên şerapçêkirinê bûye. rê û rêbazên xistina keviran hene.” (NV/MB)