Fotograf: Flickr
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Piştî ku 7 endamên Lijneya Dozger û Dadweran (HSK) li Meclîsê hatin hilbijartin, Serokomarî jî 4 endamên nû tayîn kiriye. Biryara wezîfedarkirina endamên nû yên Lijneyê di Rojnameya Fermî de weşiyaye.
Di 25ê Gulanê de li Meclîsê parlamenteran ji bo hilbijartina endamên nû yên HSKyê deng dabûn hu di encamê de ev kes hatibûn hilbijartin:
- Ergun Şahin (Endamê Dadgeha Bilind),
- Omur Topaç (Endamê Dadgeha Bilind),
- Sinan Esen (Endamê Dadgeha Bilind),
- Aysel Demirel (Endama Şûraya Dewletê),
- Cumhur Şahin (Dersdarê zanîngehê),
- Bilal Temel (Parêzer),
- Hamit Kocabey (Parêzer)
Erdoganî jî 4 endam tayîn kirine
Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî jî çar kes ji bo HSKyê tayîn kirine.
Li gorî biryarnameya di Rojnameya Fermî de weşayiya, Erdoganî, Halil Koç û Mehmet akif Ekinciyê ku endamtiya wan a HSKyê bidawî bûye, careke din tayîn kiriye. Her weha Ibrahim Kolcu, Serokê Dadgeha Edliyeyê ya Herêmî yê Trabzonê û Omer Faruk Yildirim, Wekîlê Serdozerê Komarî yê Stenbolê weke endamên HSKyê tayîn kiriye.
Lijneya Giştî ya HSKyê ji 13 kesan pêk tê ku Wezîrê Dadê (Serok), Alîkarê Wezîrê Dadê, sê endamên ku Serokomar wan tayîn dike û 7 endamên ku li Meclîsê tên hilbijartin, dibin endamên HSKyê.
Cihê 3 hezar û 70 dadwer û dozgeran guheriye
Biryarnameya HSKyê ya derbarê tayînkirina dadgwer û dozgeran de di Rojnameya Fermî de weşiyaye. Li gorî vê biryarê cihê 3 hezar û 70 dadwer û dozgeran guheriye.
Li gorî heman biryarê li Zonguldak, Denizli, Sakarya, Giresun, Aydin, Çanakkale, Amed, Afyon, Trabzon, Edirne, Erzerom, Amasya, Elezîz, Kilis, Nevşehir, Erzîngan, Çankiri, Kirklareli, Kutahya, Burdur, Kastamonu, Agirî, Bayburt, Îdir, Colemêrg û Dêrsimê serdozgerên nû tayîn kiriye.
(TP/FD)