Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) biryar dabû û gotibû, kesên di encama Biryarnameyên Di Hukmê Qanûnan de (KHK) hatibin ixrackirin heke weke şaredar hatibin hilbijartin, ew ê mezbateyê nedin wan. YSKyê heman biryar ji bo endamên meclîsên şaredariyan û meclîsên giştî ên bajaran jî standiye.
Mezbate wê bidin wan kesan ku endamên heman partiyê ne û di lîsteyê de navê wan piştî endamên ixrackirî tê.
Biryar li ser wî tiştî hatiye derxistin ku Lijneya Hilbijartinê ya Colemêrgê daxwaza zanyariyê kiriye û ev biryar hatiye dayîn.
Çi bûbû?
Lijneya Bilind a Hilbijartinan(YSK) duhî biryar daye ku ew kesên ku bi KHK(Biryarnameyên Di Hikmê Qanûnan de) ji karê xwe hatîn avêtin nikarin bibin şaredar.
Bixwîne - "Yên bi KHKyan ji karî hatîn avêtin, nikarin bibin şaredar"
Ew kesên ku bi KHKyê ji karê xwe hatîn avêtin bûbûn berbijarên hişaredariyan û di hilbijartinê de hatibûn hilbijartin.
YSKyê diyar kiriye ku “Ew kesên bi vî rengî ji karê xwe hatîn avêtin nikarin di karên civakî de bibin wezîfedar, çênabe di sazîyên civakî de cih bigirin.”
Hemî endamên YSKyê ji bo vê biryarê dengê erê dane.
Bi piraniya dengên endaman herweha biryar hatiye dayin ku “mezbete dê ji bo kesê/a duyem bê dayin.”
Şeş şaredarî dê ji HDPyê biçe ji AKPyê re
Çar endamên YSKyê jî fikra xwe ya li dijî biryarê diyar kirine. Wan daye zanîn ku divê li wan cihên ku kesên bi KHKyê ji karî hatîn avêtin bi ser ketine divê dîsa hilbijartin bê kirin.
Cihên ku berbijarên “KHKyî” lê bi ser ketine:
Amed, Baglar Zeyyat Ceylan, ji sedî 70.34 (HDP), di rêza duyem de Hüseyin Beyoğlu (AKP), ji sedî 25.46 deng standine.
Wan, navçeya Tuşpa, Yılmaz Berki ji sedî 52,93 deng standine di rêza duyem de Salih Akman ji sedî 39.37 deng standine.
Wan, Artemêt Gülcan Kaçmaz Sayyiğit(HDP) ji sedî 53.81, deng standine, İsmail Say (AKP) ji sedî 41.79 deng standine.
Wan, Bazîdaxa, Leyla Atsak(HDP) ji sedî 53, deng standine , Şefik Ensari(AKP), ji sedî 43.43 deng standine.
Erzirûm, Tatos, Müzahit Karakuş(HDP) ji sedî 48.53, Mustafa Ergin (AKP) ji sedî 46.50 deng standine.
Qers, Dîgor, nehiyeya Dagpinarê Abubekir Erkmen(HDP) ji sedî 54.25, Ömer Vargün(AKP) ji sedî 44.43 deng standine. (AS/FD)