Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê derbarê endamên wan ên meclisên şaredariyên bajarên Tirkiyeyê ku di hilbijartina rêveberiyên herêmî ya 31ê Adara 2024an de bi tifaqa lihevkirina bajêr hatibûn hilbijartin daxuyaniyeke niviskî belav kir.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku piştî hilbijartina rêveberiyên xwecihî gelek şeredar ji peywîrê hatine dûrxistin, girtin û li şûna wan qeyim hatine tayinkirin û hinek jî derbasî partiyên cuda bûne.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku wan derbarê van geşedanan de bi endamên wan ên tifaqa bajêr re civîneke berfireh li dar xistine û endamên wan îradeya xwe nîşan dane ku xebatên xwe di bin banê DEM Partiyê de bikin û Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk jî ev daxwaz di cih de dîtiye.
Desteya Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê ragihand ku daxwaza tevlîbûnê ya endamên li Stenbol û Mêrsînê li gorî MYKya wan guncaw e.
Daxuyanî weha ye:
“Lihevkirina Bajêr, ezmûnek hêja ye ku tê de beşên cuda yên civakî û siyasî li dora armancên demokrasiya xwecihî hatin ba hev. Rêza me ya ji bo vê îradeyê, di gava ku em îro davêjin de jî dê bê parastin. Hiqûqa hevpar a ku me di çarçoveya Lihevkirina Bajêr de ava kiriye û îradeya gelê me ya ku li ser sindoqê şênber bûye, ji bo me wekî berpirsiyarî dê bidome. Em ê xebatên xwe yên di meclisên şaredariyan de li ser esasê hewcedariyên bajaran, demokrasiya herêmî û têgihîştina rêveberiya şefaf bidomînin. Endamên meclisa me, wekî ji roja hatine hilbijartin heta niha, ji niha û pê ve jî dê bi têgihîştineke ku ji pirsgirêkên hevpar ên bajaran re çareseriyan hildiberînin, erkên xwe di bin banê partiya me de bi cih bînin. Bi berçavgirtina têkiliyên li ser bingeha Lihevkirina Bajêr hatine avakirin û berpirsiyariyên dualî, em ê berpirsiyariya xwe ya li hemberî gelên Stenbol û Mêrsînê bi cih bînin.”
*Çavkanî: Ajansa Welat
(VC/AY)
