Hilbijartina endamên Meclîsa Partiyê û yên Lijneya Bilind a Dîsîplînê yên Partiya Gel a Komarî (CHP) bi dawî bû.
Civîna Giştî a CHPyê di 4ê Çiriya Paşiyê de dest pê kiribû û di 5ê Çiriya Paşiyê de piştî hilbijartinê, Ozgur Ozel bûbû serokê nû yê CHPyê. Di 4ê mehê de Ozgur Ozelî 682, Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglûyî 664 deng bi dest xistibû.
Di tûra duyem de 812 delegeyan deng dabûn Ozelî, 536an jî dabûn Kiliçdaroglûyî. Di encamê de Ozgur Ozel bûbû Serokê Giştî yê nû yê CHPyê.
Piştî hilbijartina serokê giştî, di Civîna Giştî ya 38an a CHPyê de vê carê endamên nû yên Meclîsa Partiyê û yên nû yên Lijneya Bilind a Dîsîplînê hatin hilbijartin. Jimartina dengên ji bo endaman 5 saet û nîvan domand.
Ji bo Meclîsa Partiyê 60 endam hatin hilbijartin ku ji bo 52yan ji wan hilbijartin çêbû. 8 endamên mayî jî ji nav lîsteya Platforma Zanist, Çand û Rêveberiyê hatin hilbijartin ku Serokê Giştî yê CHPyê Ozgur Ozelî ev lîste amade kiriye.
Hezar û 366 delege hebûn ku ji wê ji bo endamên Meclîsa Partiyê diyar bikin. Ji van hezar û 277 delegeyan dengên xwe di 23 sendoqan de avêtin. Hezar û 92 deng hatin pejirandin, 185 nehatin pejirandin.
Ji bo endamên Lijneya Bilind a Dîspîplînê jî dîsa ji hezar û 366 delegeyan hezar û 276 delegeyan di 23 sendoqan de deng avêtin. Hezar û 73 deng hatin pejirandin, 203 deng nehatin pejirandin.
Li gorî rêziknameya CHPyê, divê ji sedi 33yê endamên Meclîsa Partiyê û yên Lijneya Bilind a Dîsîplînê ji jin û zayendên din bin, ji sedî 20 jî ciwan.
Kesên ku hatine hilbijartin
52 kesên ji bo endamtiya Meclîsa Partiyê hatine hilbijartin:
Gökan Zeybek
Özgür Karabat
Bedirhan Berk Doğru
Ozan Işık
Deniz Yücel
Gamze Taşçıer
Murat Bakan
Suat Özçağdaş
Cem Aydın
Baki Aydöner
Ensar Aytekin
M. Gül Çiftçi Binici
Selin Sayek Böke
Canan Taşer
Pınar Uzun Okakın
Mahir Yüksel
Erhan Adem
Burhanettin Bulut
Ecevit Keleş
Ali Abbas Ertürk
Hikmet Erbilgin
Ali Haydar Fırat
Bülent Nuri Çavuşoğlu
Hüseyin Yaşar
Berker Esen
Ulaş Karasu
Müslim Sarı
Deniz Yavuzyılmaz
Zeliha Aksaz Şahbaz
Özgür Ceylan
Hikmet Yalım Halıcı
Erbil Aydınlık
Sevgi Kılıç
Yalçın Görgöz
Orhan Sarıbal
Turgay Özcan
Melisa Uğraş
Mehmet Tüm
Ali Haydar Hakverdi
Mehmet Necati Yağcı
Sinem Kırçiçek
Mustafa Sezgin Tanrıkulu
Semra Dinçer
Hüseyin Can Güner
Ahmet Hakan Uyanık
Şengül Yeşildal
Emin Umut Dikili
Mehmet Alkın Denizaslanı
Nazan Güneysu
Koza Yardımcı
Aylin Nazlıaka
Saniye Barut
8 kesên ku ji lîsteya Platforma Zanist, Çand û Rêveberiyê hatine hilbijartin:
Yankı Bağcıoğlu
Yalçın Karatepe
Volkan Demir
Baran Bozoğlu
İlhan Uzgel
Gülşah Deniz Atalar
Armağan Erdoğan
Gökçe Gökçen
15 endamên ji bo Lijneya Bilind a Dîsîplînê hatine hilbijartin:
Ayça Akpek Şenay
Esin Fatma Temel
Hümeyra Akkuş Sandıkcı
İsmail Emre Telci
Ekincan Aksoy
Özkan Tice
Aysemin Gülmez
Deniz Çakır
Süleyman Bülbül
Deniz Demiröz
Nurdan Yücal
Turan Taşkın Özer
Ali Balta
Özgür Sağlam
Remzi Kazmaz
(VC/FD)