Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Endamên jûriyê yên Pêşbirka Festîvala Fîlman a Stenbolê ya 41an diyar bûne.
Derhêner Emîn Alper bûye serokê jûriya Pêşbirka Netewî û lîstikvan Farah Zeynep Abdûllah, derhenerê dîmenan A. Emre Tanyildiz, pevbestîner Aylîn Zoi Tînel û nivîska Seray Şahîner endamên jûriyê ne.
Derbarê Festîvala Fîlman a Stenbolê de
Cara pêşiyê di sala 1982ya de di bin banê Fesîvala Stenbolê de pêk hatiye û şeş fîlmên mijara wan “Huner û Sînema” ne hatiye lidarxistin ku weke “hefteya fîlman” hatiye sazkirin. Di bin banê Festîvala Stenbolê de her weha di sala 1983yan de bi navê “Rojên Sînemayê yên Stenbolê yên Navnetewî) hatiye lidarxistin ku mehekê dewam kiriye û 36 fîlmên biyanî hatine nîşandan.
Ji sala 1984an û vir ve bi navê “Rojên Sînemayê” di meha nîsanê de hatiye sazkirin û bûye bernameyeke serbixwe. Bi pêşekiya Şakîr Eczacibaşiyî di sala 1985an de du beşên pêşbirkan lê hatine zêdekirin ku yek jê beşa netewî yek jî ya navnetewî ye. Di vê salê de cara pêşiyê xelata mezin bi navê Laleya Zêrîn xelat dane fîlmê Michael Radforê yê bi navê 1984ê. Di beşa fîlmên netewî de jî dane fîlmhe bi navê “Bir Yudum Sevgi” yê Atif Yilmazî. Federasyona Komeleyên Çêkerên Fîlman a Navnetewî (FIAPF) di destpêka sala 1989an de di beşa “festîvala bibabet a taybet û bipêşbirk” hatiye qebûlkirin û bûye yek ji pêşektirîn festîvalên cîhanê. Piştî vê gavê, navê wê êdî bûye “Festîvala Fîlman a Stenbolê”.
Festîval ji sala 1984an û vir ve her di meha Nîsanê de pêk tê. (AÖ/FD)