Endam û rêveberên HEVBENDÎyê ku di 9ê Mijdara 2026an de li Amedê ava bibû, di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê de hatibûn desteserkirin, hatin berdan.
Operasyonên ku navenda wan Amed bû, sibeha 17ê Mijdara 2026an li ser biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê li 6 bajaran hatibûn kirin.
Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel û Alîkarê SerokêGiştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn li Enqereyê û 2 kesên din jî li Îdirê li dozgeriyê îfadeyên xwe dan û piştre hemû kesên desteserkirî hatin berdan.

Li dijî HEVBENDÎyê operasyon hat kirin: Neh kes hatin desteserkirin
Di nav 14 siyasetmedarên Kurd ên ku di operasyonan de hatibûn desteserkirin de Serokê Giştî yê PSKyê Bayram Bozyel, Alîkarê Serokê Giştî yê PSKyê Hasan Dagtekîn,Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mehmet Can Azbay ûnûnerê PÊLKURDê Fuat Onen hebûn.
Her wiha kesên serbixwe yên wekî Alî Oncu, Rojbîn Bukun, Alî Çeven, Aryan Serhed û Alî Aydin jî di nav kesên desteserkirî de bûn.
Li aliyê din, polîsan di heman operasyonê de bi ser mala Serokê Giştî yê PWKyê Mustafa Ozçelîk a li Stenbolê de jî girtibû lê ji ber ku Ozçelîk wê demê li Hewlêrê bû nehatibû desteserkirin.
Derbarê HEVBENDÎyê de
Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) 7ê Mijdara 2026an di konferanseke li Amedê de bi beşdariya 170 siyasetmedaran hatibû damezirandin û encumeneke 51 kesî hatibû avakirin.
HEVBENDÎ 9ê Mijdara bi civîneke çapemeniyê ji raya giştî re hatibû ragihandin.
Partiyên di nav HEVBENDİyê de ev in:
PSK, PWK, PDK-Bakur, PÊLKURD, û Înîsiyatîfa Niştimanî ya Kurdistanê.
(AY)

