Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Zêdetirî deh endamên Grup Yorumê li girtîgehên Silivri, Gebze û Balıkesirê girtî ne.
Bixwîne - 2 endamên Grup Yorumê tehliye bûne
Mecit Şahinkayayê mehkûn ji Girtîgeha Wanê ji bianetê re nivîsî û diyar kiriye ku endamên Grup Yorumê 102 roj in ku di greva birçîbûnê de ne.
Daxwazên komê ev in:
*Bila polîs bi ser Navenda Çandê ya Idilê de negirin.
*Bila konser neyên qedexekirin
*Bila lîsteyên lêgerîyan û girtinê (ji bo wan) bê tinekirin
*Bila endamên Grup Yorumê bêne berdan
*Bila dozên li dijî komê hatîn vkirin bêne betalkirin.
Endamên Grup Yorumê Bahar Kurt 77, Helin Bölek 70, İbrahim Gökçek 71, Barış Yüksel jî 72 roj in ku di greva birçîbûnê de ne.
Endamên Grup Yorumê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” û “rêveberiya rêxistinê” têne dadkirin.
(AS/MB)