Fotograf: DİSK
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Arzû Çerkezoglû, Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî tê de 25 kes li ber avahiya Navenda Giştî ya DÎSKê ya li Şîşliyê hatine desteserkirin. Rêveber û endamên DÎSKê ji bo pîrozbahiya 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanî xwestine biçin Qada Taksîmê.
Hin kesên ku hatine desteserkirin ev in: Sekreterê Giştî Adnan Serdaroğlu, Serokê Giştî yê Enerjî Senê Süleyman Keskin, Serokê Giştî yê Gida Îşê Seyit Aslan, Sekreterê Giştî yê Dev Saglik Îşê Erdoğan Demir.
DÎSKê midaxeleya polîsan û desteserkirin bi gotina “Di 1ê Gulanê de êrîşî karkeran dikin. Polîsan li ber Avahiya Giştî ya DÎSKê êrîşî rêveberên DÎSKê û sendîkayên bi wê ve girêdayî kiriye” ragihandiye.
Arzû Çerkezoglû jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotiye, “Em hatin desteserkirin. Îro li çar hawirdorên Tirkiyeyê hevalên karker dixebitin û ew sîstema civakî xera nabe, lê pîrozbahiya 1ê Gulanê dikare sîstema civakî xera bike.”