Yek ji endamên damazrîner ên koma muzîkê ya îngilîz Massive Attackê Robert Del Naja, di dema çalakîya pişgtevaniya Filistînê de hat desteserkirin.
Del Naja, roja Şemiya 26ê Îlonê li Liverpoolê, li nêzîkî qada ku dê Konferansa Salane ya Partiya Karkeran bê lidarxistin, pankarta bi nivîsa “Ez li dijî qirkirinê me, ez pişgtevaniya Palestine Actionê dikim” hilda. Çalakî di çarçoveya kampanyaya “Qedexeyê Rake” (Lift the Ban) ya koma Defend Our Juries de ku daxwaza rakirina qedexeya li ser Palestine Actionê dike hat li dar xistin.
Polîsê Merseysideyê ragihand ku şêniyekî Bristolê yê 61 salî bi gumana ku piştgirî daye rêxistineke qedexekirî, di çarçoveya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê de hat desteserkirin. Di daxuyaniya polîsan de navê kesê navborî nehat diyar kirin, lêbelê rêxistina Defend Our Juriesê ku çalakî li dar xistibû ragihand ku kesê hatiye desteserkirin Del Naja ye.
Di dîmenên ku di dema desteserkirinê de hatine kişandin de polîsek bi bîra Del Naja dixe ku Palestine Action rêxistineke qedexekirî ye. Del Naja jî diyar dike ku ew suçdarkirinê qebûl nake û dibêje: "Ez vê qedexeyê qebûl nakim." Piştre ji aliyê polîsan ve tê desteserkirin.
BREAKING: Massive Attack’s Rob Del Naja arrested under the UK Terrorism Act outside Labour Party conference venue.
— Defend Our Juries (@DefendOurJuries) September 26, 2026
The legendary musician was arrested after peacefully holding “I oppose genocide - I support Palestine Action” on a paper sign on the eve of Labour’s conference. pic.twitter.com/QRF9wlw1hP
Kampanya li dijî qedexekirina Palestine Actionê
Palestine Action, di Tîrmeha 2025’an de ji aliyê hikumeta Îngilistanê ve di çarçoveya Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê de xistibû lîsteya rêxistinên qedexekirî. Piştî qedexekirina grûpê, gelek çalakî hatin lidarxistin ku di wan de pankartên piştgiriyê yên ji bo Palestine Actionê hatin hildan.
Defend Our Juries ku çalakiya Del Naja beşdar bibûyî li dar xist, daxwaza rakirina qedexeya li ser Palestine Actionê dike.
Del Naja beriya desteserkirina xwe, di vîdeoyeke ku ligel yek ji damazrînerên Palestine Actionê Huda Ammori û parêzerê mafên mirovan Michael Mansfield hatibû belavkirin de jî bang li hikumetê kiribû ku qedexeyê rake.
Protestoyên li Liverpoolê roja piştê jî berdewam kirin. Polîsê Merseysideyê aşkere kir ku di 27ê Îlonê de di çalakiya ku ji aliyê Defend Our Juries ve hatî lidarxistin de, bi hinceta ku materyalên pişgtevaniya Palestine Actionê li xwe digirin hildane, zêdetirî 50 kesî hatine desteserkirin.
Çalakî, beriya Konferansa Salane ya Partiya Karkeran a li Liverpoolê û di roja yekem a konferansê de hatin lidarxistin. Xwepêşanderan ligel rakirina qedexeya li ser Palestine Actionê, daxwaz kirin ku bila Îngilistan piştgiriya çekan a ji bo Îsraîlê bi dawî bike.
(NÖ/AY)
