Fotograf: Endamên Koma Enternasyonalîst
Ji hilbijartina 14ê Gulanê re pir hindik ma û hema bêjin êdî em bi peyva hilbijartinê radizin û radibin. Vêce piştî hefteyeke ku hema bêjin me bi nûçe û nevarokên hilbijartinê derbas kirin, roja yekşemê min berê xwe da Derê Çiyê. Li her deverê propaganda, mitîng û xebatên partiyên siyasî didomin. Nêzî 14ê Gulanê atmosfer her diçe germtir dibe. Heftiyek berê min komeke biyanî ya enternasyonalist nas kiribû ku ji bo çavderiyên roja hilbijartinê hatî hatibûn. Emma Mûller ji Almanyayê, Willow Reid ji Ingilistanê û Seyran Marûfî ji Rojhilatê Kurdistanê endamên komê ne. Heyeta enternasyonalist a ku ji parêzer, akademisyen, sendîkavan û gelek aktivîstan pêk tê bi gelemperî ji bo li Bakurê Kurdistanê çavderiya pêvajoya hilbijartinê bikin, hatine li bajar, gund, navçe û bajarokan digerin û xebatên Partiya Çep a Kesk dişopînin.
Pirtûka Memê Alan
Îja roja yekşemê careke din me hevdû dît lê vê carê hevaleke wan a din jî bi wan re bû di destê wê de pirtûka Memê Alan ya ji aliyê Roger Lescot ve berhevkariya wê hatî kirin, hebû. Piştî min silav da wan û me kêfxweşî da hev bi alîkariya tranlasterê min hewld da ku bi wan re biaxivim. Lê vê carê hevala wan a pirtûka Memê Alan di destê wê de bi kurmanciyeke kûriskî bersiv da min.
Hazelê dest bi dersên kurdî kiriye
Jixwe piştî vê kêliyê me dest bi sohbeteke xweş kir. Navê wê Hazel e. Ji İngilistanê ye lê li Skoçyayê dijî. Bi bişirînekê axaftina xwe berdewam kir: “Li Amedê hevalên min ji min re dibêjin Xezal.” Beriya ku ji bo çavderiyên hilbijartinê were Amedê berê jî du caran hatiye Bakur û kurd wulo nas kirine. Piştre biryar daye ku hînî kurmancî bibe û li ser zoomê ji Enstîtûtiya Stenbolê perwerdeya zimanê kurdî dîtiye. Derbarê pêvajoya hilbijartinê û çavderiyên vê koma navneteweyî de min û Hazelê sohbetek kir.
“Min li her cihî hêviyên gel dîtin”
“Ez çûm gelek bajar, navçe û gundan û min bi namzet û xebatkarên YSPyê re serdana gelek esnaf û gelek aliyên din kir û hê jî dikim. Min Erxanî, Henê, Agirî û cihe din dît. Ez hîna xwendekareke nû ya zimanê kurdî me. Bi dîtina min, kelecanî u bextewarîya zarokan hêzdarî ne. Li gelek gundan, zarokên piçuk, ciwan, karker û gundî ku li hespan siwar dibin, yên ku traktorê diajon, şivanên li ber bizinan, hemû dema çav li partiya xwe dikevin, tiliyên xwe radikin û serkeftinê dixwazin. Min li her cihî hêvîya wan dît.”
Qedexeyên li ser partiyên kurdan
Jixwe ne mimkûne ku ez bikevim navbera axaftina wê, wulo min jî dît ku bi rastî Hazel bûye Xezal û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Ez dibînim ku bawerîya kurdan bi partîya wan heye û hêviyên wan her tim zindî ne, namirin. Dewletê xwestiye ku gelek tiştên wek di dema konvoy, xwepêşandan, serdanên malan û di meşan de qedexe bike, wek çawa partiya kurdan a din ber bi girtinê rê rû bi rû maye. Lê disa jî her kes gav bi gav dengê xwe bilind dikin û dibêjin, ‘em ê rayên xwe bidin partiya xwe’.”
“Her kes ji bo yekbûnê bi hev re ye”
Ya rastî Hazel di mijarên cuda de qala gelek mijaran kir û hestên xwe anî lê kurmanciya wê hê jî zêde venebûye da ku xwe baştir bîne ziman. Hewldana wê ya ji bo zimanê kurdî pir serkeftiye û her peyveke nû dibihîse qeyd dike. Têkildarî çavderiyên xwe yên ji bo kurdên Bakur wiha bi lêv kir: “Ez xerîb im, lê çanda mêvantiyê li nav kurdan pir heye. Gel xwîngerm e û têkiliyên wan pir xweş in. Sala borî dema ez hatim, gel wê demê li dijî zilmê li ber xwe dida. Niha piştî salekî bi heman awayî li ber xwe dide. Her kes ji bo yekbûnê bi hev re ye.”
“Sekna gele kurd ji bo min mînak e”
*Hazel Eris
Hazelê bal kişand li ser siyaseta Ewropayê û got: “Di nav kurdan de ji karker, gundî û dayik û ji her qadên cuda dengê civakê bilind dibe. Li Ewropayê siyaset gelek parçe kirin. Li vir niha ji her aliyekî civaka kurd di nav berxwedanê de ne. Ev sekna gelê kurd ji bo min jî mînakeke û ez ji wan pir tiştan hîn dibim, ji wan îlham digrim.”
“Ligel zilma heyî jî kurd bi hev re ne”
Ber bi dawiya axaftina xwe ve Hazel qala zilm û zordariya li ser gelê kurd kir: “Êşa gel û zilm û zextên li ser kurdan, bandoreke mezin li min dike. Bi hezaran zarokên kurdan di girtîgehan de ne û di bin îşkenceyê de ne. Ligel vê zilma heyî, ji bo vê hilbijartinê ji parlamenter, hevserok, dersdarên ku ji karê xwe hatine dûrxistin, karker, ciwan, zarokên kolanan tev bi hev re kar dikin û bi hev re govendê digerînin. Xebatên hevpar dikin. Dema ez van xebatên hevpar dibinim, ez jî bi hêvîtir dibim û dibêjim wateya têkoşînê zelaltir û bilindtir dibe. Ji bo kesên enternasyonalîst, ev tişekî pir kêrhatî ye. Em pir dilşad û şanaz in ku em tev li vê kampanyayê bûne.” (WT/FD)