Endama KASEDê Serap Ergîn: Em dixwazin bi Mihrîcanên wek Surfestê pêşî li qirkirina çandê bigrin
Mihrîcana Surfestê di 29ê Îlonê de destpê kir heta 5’ê Cotmehê gelek konser û çalakî li dar xist. Di roja dawî ya Mihrîcanê de jî di destpêkê koma JİnMAyê derkete ser dikê û piştî wê jî bi armanca parastina çanda cil û bergên kurdewar defile hat kirin.
Mihrîcana ku ji aliyê gelek derdorên siyasî û sazî dezgehên çandê ve jî rastî eleqeyeke mezin hatî li Konaqa Cemîl Paşa hat lidarxistin.
Derbarê armanc û naveroka Surfestê de yek ji endama KASEDê Serap Ergîn bi bianet kurdiyê re axivî.
Serap Ergînê diyar kir ku di mihrîcanê de hewld dane ew texrîbata ku heta niha li kolanên Surê pêk hatî bi festîvalên çanda kurdewar re ji holê rakin û wiha got:
“Tê zanîn ku di encama politîkayên qirêj de hem li ser jinan û bi tevahî li ser çanda kurdan qirkirine heye. Em bi naveroka mihrîcanê çandî dixwazin pêşî li vê qirkirina heyî bigrin.”
Ji mîhrîcanê çend dîmen:





Axtamar û kulîlkên biharê
Koma Şîn û Şahiyê ya Stand-upê: Ji bo henekan çîrokên me kurdan gelek zêde ne
Pirtûkxaneya Beydebayê dibe nefesek ji pirtûkhezan re
Ekolojîst Erdogan Odûk: Ger bi vî awayî berdewam bike 20 sal şûn de wê Behra Wanê biçike
KurdîWarê ji bo piştgiriyê bang li nivîskarên Serhedê kir