Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Konferansa “Krîza Rojhilata Navîn û Çareseriya Netewa Demokratîk” duh (28ê Çiriya Pêşiyê, Cotmehê) qediya ku bi bangewaziya siyasetmedaran û nûnerên rêxistinên civaka sivîl li Amedê çêbûye.
Bername li Salona Konfedansê ya Demir Otel a li Sûra Amedê çebûye û Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî Hevserokên Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Berdan Ozturk Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Gulistan Kiliç Koçyîgît û Onûr Hamzaoglû Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Ahmet Turk Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdinê û gelek siyasetmedar û nûnerên rêxistinên civaka sivîl beşdar bûne.
Encamname
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê par ve kiriye parlamenterê berê yê HDPyê Ertugrul Kurkçuyî encamnameya konferansê xwendiye:
* Kaosa ku ji ber krîza sîstema kapîtalîst modernîteyê derketiye li erdnîgariya me jî di warê polîtîk, ekonomîk, ekolojîk, civakî û jinan jî di nav de li gelek hêlan bûye sedema wêranî û talanên mezin. Konferansa me li ser krîza netew-dewletan a li Rojhilata Navîn hûr û kûr nîqaş kiriye ku weke sedema kaosê tê dîtin. Konferansa me diyar dike ku ev krîz hemû aliyên li herêmê neçarî guhertinê dike, berê gelan jî dide rêya çareseriyê û lêgerîna hebûnê.
Tecrîda li ser Ocalanî divê rabe
* Konferansa me, çareseriya pirsgrêka kurdan weke parçeyek ji vê rêya çaresiyê û lêgerîna hebûnê dibîne. Heta niha ji aliyên peywendîdar tenê Birêz Ocalanî perspektîv û pêşniyarên rasteqîn û erênî, yên maqûl ên ji bo çareseriyê heta niha pêşkêş kirine. Digel vê rewşê jî, weke ku jê tolê hiltînin, di nava tecrîta mutleq de tê girtin. Ev nayê qebûlkirin.
* Konferansa me diyar dike ku sîstema tecrîtê ya li Îmraliyê dahatûya demokratîk û hiqûqê ya Tirkiyeyê jî dixe binê tecrîtê. Dibe sedema ku faşîzm li Tirkiyeyê bilez bi rêk û pêk bibe. Encamên tecrîtê li qada navnetewî jî tê dîtin û bandora xwe li qada navnetewî jî dike. Weke ku li Sûriyeyê û Rojava hatiye dîtin, dihêle gel bedêlên mezin bidin.
* Di heman rojê de li Stenbolê bi beşdariya Tirkiye, Fransa, Rûsya û Almanyayê Lûtkeya Çarqolî çêbûye ku civînên bi vî awayî, hewldanên xurtkirina hegemonyayê ya di encama xwedîkirina krîzê û kûrkirina krîzê de çêdibin. Konferansa me li dijî van hewldanan, çareseriya netewa demokratîk a xwe dispêre yekîtiya demokratîk û aştiya gelan a Ocalanî, weke çareseriya bingehîn dinirxîne.
* Konferansa me ji bo krîza li Rojhilata Navîn û şer li gorî berjewendiyên dahatûya demokratîk a aştiyane ya gelan bi encam bibe girîngiya rola Birêz Ocalanî dibîne, rakirina tecrîta mutleq, avakirina şert û mecrên azad ên Ocalanî weke neçarî dinirxîne.
Biryar
Biryarên ku di konferansê de hatine standin wiha ne:
“* Konferansa me, çareseriya demokratîk û aştiya ku bi vina gel pêş bikeve û xwe dispêre vîna gelên Rojhilata Navîn rast dibîne.
* Krîmînalîzekirina li dijî aktor û rêxistinên çareserkirina pirsgirêka kurd red dike.
* Ji bo li Rojhilata Navîn aştî û demokrasî pêş bikeve divê berî her tiştî şertên ku Ocalan azad xebatê bike bê avakirin.
* Ji bo çareseriya pirsgireka kurd a mayinde pêwiste Yekîtiya Neteweya Kurd teqez bê avakirin.
* Konferansa me bang li hemû aktorên kurd ên politik dike ku ji bo Konferansa Yekîtiya Neteweya Kurd kom bibin.
* Ji bo krîz di lehê gelan de pêş bikeve û faşizmê bi şûnde bixe, avakirina eniya Yekîtiya Demokratîk a li Tirkiye û Rojhilata Navîn rast dibîne û pêşniyar dike.
* Konferansa me, zayendîperesta li diji têkoşîna azadiya jinê tê avakirin, tenê wekî pirsgirêka jinê nabîne, li dijî zayendîperestiyê bang li hemû rêxistinên demokratîk dike ku li dijî zayendîperestiyê têbikoşe." (EMK/FD)
** Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê