Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Serokatiya Navenda Pîvan, Hilbijartin û Bicihkirinê (OSYM) encamên Ezmûna Saziyên Xwendina Bilind(2023-YKS) aşkere kiriye. Ezmûn di 17-18ê Hezîranê de hatibû kirin.
Serokê OSYMê Bayram Alî Ersoy têkildarî encamên 2023-YKSê civîneke çapemeniyê li dar xistiye.
Ersoy daye zanîn ku hejmara namzetên serlêdana 2023-YKSê kirine di asta rekorê de ye û gotiye ku ji bo ezmûnê zêdeyî 3 mîlyon 500 hezar namzetan serlêdan kirine.
Ersoy destnîşan kiriye ku xwendekar wê di navbera 27ê Tîrmehê û 8ê Tebaxê de tercîhên xwe bikin.
(AY)