Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Ji milyonek û 881 kesên ku tercîhên xwe dabûn 857 hezar û 240 kes di fakûlteyan de bi cî bûne.
Wê encamên bicîkirinê neyê çapkirin û ji berendaman re bi rêya posteyê neyê şandin. Berendam dikarin ji navnîşana sonuc.osym.gov.tr encama tercîhên xwe bizane.
Qeyd di navbera 3-7ê Îlonê de ye
Wê qeydên berendamên ku li gor encamên YKSyê mafê qeydê bidestxistine di navbera 3-7ê Îlona 2018an de bên kirin. Dîroka qeydên elektronîk jî 3-5ê Îlonê ye.
Divê berendam ji bo qeydan di dîrokên hatine diyarkirin de biçin serî li Zaningehên ku tê de bi cî bûne bidin. Berendamên ku qeydên xwe yî elektronîk kirine divê di dîrokên ku zaningehan diyar kirine de bi dokumentên dixwazin qeydên xwe temam bikin.
Milyonek û 206 hezar û 811 tercîh hebûn
Mafê Milyonek û 749 hezar û 144 berendaman hebû ku tercîhê bikin. Milyonek û 206 hezar û 811 berendamî tercîhên xwe kiribûn.
Bi tevahî 857 hezar û 240 kes di fakûlteyan de bi cî bûne.
(BK/VU/MB)
*Vahdet Uçarê ev nûçe ji zimanê tirkî wergerandiye zimanê kurdî.