Ji bo nûçeya Tirkî bitikîne
Li Brîtanyayê di hilbijartina pêşwext a giştî de, ti partiyan zêdeyîya dengan nestandin. Partiya Kevneperestan li pêş e lê desthilata wê ya di Lijneya Avamê de kêm bûye.
Hêj hemî sindoqên dengan nehatine eşkerekirin.
Ji 650 herêman bi tenê dengên çar herêman nehatine eşkerekirin.
Li gor hejmarên nefermî:
Partiya Kevneperestan ji sedî 42yê dengan standine û ji wê partiyê 319 parlamenter hatine hilbijartin.
Partiya Karkeran ji sedî 40ê dengan standine û ji wê partiyê 261 parlamenter hatine hilbijartin.
Partiya Neteweyî ya Îskoçan ji sedî 3yê dengan standine û ji wê partiyê 35 parlamenter hatine hilbijartin.
Partiya Demokratên Lîberal ji sedî 7ê dengan standine û ji wê partiyê 12 parlamenter hatine hilbijartin.
Partiya Bakurê Îrlandayê ya Yekîtîya Demokratîk(DUP) ji sedî 0,9ê dengan standine û ji wê partiyê 10 parlamenter hatine hilbijartin..
Partiya Sinn Feinê ji sedî 0,7ê dengan standine û ji wê partiyê 7 parlamenter hatine hilbijartin.
PartiyaPlaid Cymru ji sedî 0,5ê dengan standine û ji wê partiyê 4 parlamenter hatine hilbijartin.
Partiya Keskan ji sedî 1,6ê dengan standine û ji wê partiyê 1 parlamenter hatiye hilbijartin.
(YY/MB)
Çavkanî: BBC, Deutsche Welle Türkiye