Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li Dewletên Yekbûyî yê Amerîkayê(DYA) li tevahiya 50 eyaletan û Washington DCyê encamên hijbijartinên serokatiyê fermî bûye. Li DYAyê hilbijartinê serokatiyê di 3ê Çiriya Paşiyê de pêk hatibû.
Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê endamên Desteya Bijêran yê tevahî eyaletan wê Duşema 14ê Kanûna Pêşiyê biçin paytexta wî welatî Washington DCyê û dengên xwe bikarbînin.
Li gorî encamên hilbijartinê, Joe Biden, namzetê serokatiyê yê Demokratan ji zêdetirî 81 mîlyonî deng bi dest xistiye û rêjeya dengên wî gîhaştiye ji sedî 51,3an.
Donald Trump, namzetê serokatiyê yê Komariyan jî ji zêdetirî 74 mîlyonî deng bi dest xistiye û rêjeya dengên wî gîhaştiye ji sedî 46,8an.
Joe Bidenî di hilbijartinan de 306 delege û Donald Trumpî jî 232 delege bidestxistiye. Ji bo ku kesê berbijêr li wî welatî bibe serok divê 270 delegeyan bidest bixe.(TP/AY)