Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Lijneya Bilind a Hilbijartinan (YSK) encamên teqez ên hilbijartina 24ê Hezîranê aşkere kiriye.
Encamên ku îro di Rojnameya Fermî de hatine belavkirin, duh saetên êvarê ji hêla Sadî Guven Serokê YSKyê ve hatibû aşkerekirin.
Encamên teqez wiha ne:
Beşdariya li hilbiijartinê ji sedî 86,22 ye
Hejmara dengên ku li welêt, li derveyî welêt û li deriyên sînoran hatine bikaranîn wiha ye:
Hejmara dengdêran: 59 milyon 367 hezar û 469
Hejmara dengdên ku hatine bikaranîn: 51 milyon û 189 hezar û 444
Dengên ku hatine qebûlkirin: 50 milyon û 137 hezar û 175
Dengên ku hatine betalkirin: Milyon û 59 hezar û 269
Rêjeya beştariya li hilbijartinê: Ji sedî 86,22
Hilbijartina serokomariyê
Dengên ku namzetên serokomariyê bi dest xistine wiha ne:
Recep Tayyîp Erdogan: 26 milyon û 330 hezar û 823
Mûharrem Înce: 15 milyon û 340 hezar û 321
Selahattîn Demîrtaş: 4 milyon û 205 hezar û 974
Meral Akşener: 3 milyon û 649 hezar û 30
Temel Karamollaoglû: 443 hezar û 704
Dogû Perînçek: 98 hezar û 955
Rêjeya dengan a partiyan
Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP): Ji sedî 42.56
Partiya Gel a Komarî (CHP): Ji sedî 22,65
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP): Ji sedî 11,70
Partiya Tevgera Neteweperest (MHP): Ji sedî 11.10
İYİ Parti: Ji sedî 9.96
Hejmara parlamenteran
AKP: 295
CHP: 146
HDP: 67
MHP: 49
İYİ Partî: 43
Rêjeya dengên li welêt û li derveyî welat
- AKP, li welêt 20 milyon û 559 hezar û 732, li welatên dî û li deriyên sînorî 776 hezar û 961, li ser hev 21 milyon û 338 hezar û 693 deng standine. Ji sedî: 42.56
- CHP, li welêt 11 milyon û 86 hezar û 897, li welatên dî û li deriyên sînorî 267 hezar û 293, li ser hev 11 milyon û 354 hezar û 293 deng standine. Ji sedî: 22.65
- HDP, li welêt 5 milyon û 606 hezar û 622, li welatên dî û li deriyên sînorî 260 hezar û 680, li ser hev 5 milyon û 867 hezar û 302 deng standine. Ji sedî: 11.70
- MHP, li welêt 5 milyon û 444 hezar û 728, li welatên dî û li deriyên sînorî 120 hezar û 603, li ser hev 5 milyon û 565 hezar û 331 deng standine. Ji sedî: 11,10
- İYİ Parti, li welêt 4 milyon û 932 hezar û 510, li welatên dî û li deriyên sînorî 60 hezar û 969, li ser hev 4 milyon û 993 hezar û 479 deng standine. Ji sedî: 9,96
- Saadet Partisi, li welêt 660 hezar û 749, li welatên dî û li deriyên sînorî 11 hezar û 390, li ser hev 672 hezar û 139 deng standine. Ji sedî: 1,34
- HÜDA PAR, li welêt 153 hezar û 649, li welatên dî û li deriyên sînorî hezar û 890, li ser hev 155 hezar û 539 deng standine. Ji sedî: 0,31
- Vatan Partisi, li welêt 110 hezar û 849, li welatên dî û li deriyên sînorî çar hezar û 23, li ser hev 114 hezar û 872 deng standine. Ji sedî: 0,23
(AS/FD)