Komîteya Kurdî ya Eurodramê encamên bijartina şanonameyên ji bo wan hatine şandin aşkere kiriye. Komîteyê di encama hilbijartinê de şanonameya bi navê “Leylan” a Yûsûf Ûnayî weke yekem şanonameya serkeftî hilbijartiye. “Du Xençer”a Kemal Orgûnî jî bûye duyem.
Komîteyê îsal du şanoname weke yên sêyem hilbijartiye. Yek jî “Diran”a Bawer Rûkenî ye yek jî “Lîstik”a Omer Şahîn, Rûgeş Kirici û Cîhat Ekinciyî ye.
Bixwîne - Pêvajoya serlêdanê ya ji bo pêşbirka şanonameyên Kurdî destpê kiriye
Komîteya Kurdî ya Eurodramê sala 2020an de cara pêşiyê pêşbirkek li dar xistibû. Ev, pêşbirka duyem e ku Komîteyê saz kiriye.
Bixwîne - Encama Bijartina Komîteya Kurdî ya Eurodramê diyar bûye
Li gorî daxuyaniya Komîteya Kurdî ya Eurodramê îsal ger guhertinek nebe, wê Komcivîna Eurodrama Navnetewî li Amedê pêk were:
“Komcivîna Eurodrama navneteweyî ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, û herî dawî jî li Madrîda Spanyayê pêk hatibû, heger tengasîyek çênebe îsal dê di meha Cotmehê de li Amedê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan.”
Komîteyê diyar kiriye ku ew ê ji bo pêşbirka sala 2023yan dest bi amadekariyan bikin û ji civakê re aşkere bikin. (FD)