Encamên 10emîn Pêşbirka Çîrokan a Şerzan Kurtî aşkera bûne. Di beşa kurdî de çîroka Kenan Erdenciyî ya bi navê "Demên Xwerû" hêjayî xelatê hatiye dîtin û di beşa tirkî de jî 2 çîrok hêjayî xelatê hatin ditin. Egîtîm-Senê ya Êlihê ev 10 sal in ku pêşbirkê li dar dixe.
Amadekarên pêşbirkê ji bo dayîna xelatê her sal li Êlihê merasima xelatdayînê li dar dixistin lê îsal ji ber vîrusa koronayê wê merasim neyê lidarxistin û xelat ji xwediyên wan re bên şandin.
Di beşa kurdî de îsal endamên juriyê Umran Aran, Gulgeş Deryaspî, Çorê Arda, Yildiz Çakar, Mem Zinîstanî û Omer Kurt, bavê Şerzan Kurtî bû.
Di beşa tirkiyê de 2 çîrokan xelat wergirtiye
Di beşa tirkî de jî Gamze Guller, Menekşe Toprak, Ayşegul Tozeren, İrem Uzunhasanoglu, Şengul Can û Nejla Kurt, dêya Şerzan Kurtî wekî endamên juriyê çîrokên tirkî nirxandine. Juriyê çîroka Mustafa Unalî ya bi navê "Cansel", çîroka Roza Alkanê ya bi navê "Sular Altinda" hêjayî xelatê dîtine.
"Xelata Kedê" wê bidin Helîm Yûsivî
Amadekarên pêşbirkê heta demekê "Xelata Kedê" jî didan, lê ev demek bû ku navber dabûn vê xelatê. Ligel van her du xelatan îsal careke din Xelata Kedê jî hat dayîn. Amadekarên pêşbirkê ji ber keda wî ya ji bo kurdî nivîskarê Diyarnameyê Helîm Yûsiv hêjayî "Xelata Kedê" dîtine.
Derbarê Helîm Yûsivî de
Nivîskar e. Di sala 1967an de li Amûdê jidayik bûye. Li Zanîngeha Helebê Fakulteya Hiqûqê qedandiye û ji sala 2000î ve li Almanyayê dijî. Malpera Diyarname jî têde bi dehan gotarên wî di malper, kovar û rojnameyên kurdî û erebî de hatine weşandin. Ew qunciknivîskariya xwe ya di Diyarnameyê de didomîne. Berhemên Yûsifî heta niha li zimanên tirkî, erebî, farisî, îngilîzî û almanî hatine wergerandin. Dîsa heta niha ji çîrokên wî lîstikên şanoyên yên wekî "Komara Dînan", "Bidarvekirina Pozekî" û Sol û Serî" hatine amadekirin û lîstin.
Derbarê Şerzan Kurtî de
Şerzan Kurt di sala 2010an de li Zanîngeha Muglayê hatibû kuştin. Ji wê demê ve Egîtîm-Sena Êlihê ji bo bîranîna Kurtî her sal pêşbaziya çîrokan bi navê "Pêşbaziya Çîrokan a Şerzan Kurt" li dar dixe. (FD)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamya