Fotograf: AA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Mahmût Tanal, parlamenterê Partiya Gel a Komarî (CHP) li Komîsyona Dadê di dema hevdîtinên guhertina pergala baroyan de nexweş ketibû û ew bi gumana ku bi Covîd-19ê ketiye, biribûn nexweşxaneyê. Encama testa Tanalî ya Covîd-19ê negatif derketiye.
Tanalî di dema hevdîtinên komîsyonê de ji parlamenterên hevalê xwe re gotibû, ew xwêdan dide û qirika wî diêşe.
Li ser vê yekê Ozgur Ozel, Wekîlê Serokê Koma CHPyê û komek parlamenter ji bo testa Covîd-19ê ya Tanalî were çêkirin, wî biribûn revîra Meclîsê.
Piştî ku Tanal li nexweşxaneyê vedigere Meclisê aşkere kiriye encama testa wî negatif derketiye.
Karmendekî Meclîs TVyê bi Covîd-19ê ketiye
Serokatiya Meclîsê daxuyani daye û diyar kiriye, karmendekî Meclîs TVyê bi Covîd-19ê ketiye û gotiye, duh li derdora 600 têstî hatiye çêkirin. Encama testa karmendekî pozîtîv derketiye û rewşa wî baş e.
Di daxuyaniyê de hatiye gotin, kesên ku têkiliyê wan bi wî karmendî re çêbûne, bila testa xwe çêbikin. (HA/AY/FD)