Komîteya Kurdî ya Eurodramê encamên bijartina şanonameyên ji bo wan hatine şandin aşkere kiriye. Komîteyê li ser malpera xwe ya fermî ragihandiye ku piştî wan bangewaziya beşdarbûnê kiriye, 8 kesan serî li wan daye. Lijneya hilbijartinê di encama nirxandinên xwe de biryar daye sê şanonameyan hilbijêre.
Bixwîne - Mîrza Metîn: Bi vê derfetê dibe ku şanonûsên kurd berê xwe bidin cîhanê
Komîteya Kurdî ya Eurodramê ev encam di 27ê Adarê Roja Şanoyan a Cîhanî de aşkere kiriye.
Li gorî vê encamê şanonameyên ku hatine hilbijartin ev in:
1- Na Bavo Hê Li Rawestgehê Me - Mistoyê Heco
2- Pepûk Çi ye Tu Dizanî? - Kemal Orgun
3- Forsa Şerko - Yusuf Unay
Mîrza Metînî Koordînatorê Komîteya Kurdî ya Eurodramê ji bianetê re gotibû, "Komîteya Kurdî ya Eurodramê dê van şanonameyên hatine hilbijartin pêşnîyarî komîteyên zimanên din û şanoyên bîyanî bike da ku rê li ber wergerandin û sehnekirina wan vebe. Weşanxaneya Avesta bijareya 2019-2020an a Komîteya Kurdî ya Eurodramê wê weke pirtûkekê çap bike."
Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha gotiye: "Heke ew roj bê û ev rojên bêyom û bêqidoş derbas bibin û mirovayî xwe ji vê vayrûsa wêrtas xelas bike, komcivîna Eurodrama navneteweyî, ya ku her sal li welatekî û li bajarekî cuda tê lidarxistin, îsal dê di meha Cotmehê de li Madrîda Spanyayê bi rê ve biçe û di vê komcivînê de bo komîteyên zimanên din em ê danasîna van şanonameyên hilbijartî û her wiha danasîna nivîskarên van şanonameyan bikin da ku rêyeke gerdûnî vebe bo şanonûsan."
Komîteya Kurdî ya Eurodramê piştî demekê hatibû nûkirin û endamên nû dest bi xebatê kiribûn. Komîteyê banga beşdariyê li şanonûsan kiribû û diyar kiribû ku heta 15ê Kanûna Paşîn wê bikaribin serî lê bidin. Paşê ev dem heta 15ê Sibatê hatibû dirêjkirin.
Endamên Komîteya Kurdî ya Eurodramê ji van navan pêk hatiye:
- Berfîn Zenderlioğlu (Derhêner, Lîstikvan, Dramaturg, Stenbol)
- Çetoyê Zêdo (Dramaturg, Şanonûs, Lêkolîner, Mêrdîn)
- Erdal Ceviz (Derhêner, Stenbol)
- Helîm Yûsiv (Nivîskar, Wupertal)
- Hîlmî Demirer (Lîstikvan, Wergêr, Stenbol)
- Kawa Nemir (Helbestvan, Wergêr, Amsterdam)
- Mîrza Metîn (Şanonûs, Derhêner, Koln - Koordînatorê Komîteyê)
- Nurten Demirbaş (Dramaturg, Stenbol)
- Nurullah Kaya (Derhêner, Lîstikvan, Nivîskar, Stenbol - Sekreterê Komîteyê)
- Shaliko Bêkes (Derhêner, Dramaturg, Lîstikvan, Moskova)
- Sînan Akcan (Dramaturg, Senarîst, Stenbol)
(FD)