Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) enflasyona meha Tîrmehê aşkere kiriye. Akademîsyen û ekonomîstan koma navborî ava kirine û li beramberî daxuyaniyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ew jî îstatîstîkên xwe yên derbarê enflasyonê de aşkere dikin.
Li gor daneyên ku hatin weşandin enflasyon di meha Tîrmehê de li gor mehane ji sedî 5,03 zêde bûye. Zêdebûna salane jî ji sedî 176,04 bûye.
Ji serê salê pê ve zêdebûna7 mehên (Kanûna Paşiyê-Tîrmeh) weke ji sedî 80,35 hatiyr hesabkirin.
Li gorî daneyên ENAGê di meha Tîrmehê de bihayên cil û berg û pêlavan ji sedî 12,18 zêde bûne û bihayê çûnûhatinê jî ji sedî -1,44 kêm bûye.
Li gorî daneyên Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) ku îro belav kiriye enflasyon di meha Tîrmehê de mehane ji sedî 2,37 û salane jî ji sedî 79,60 e.(HA/AY)