* Wêne: Ercan Altuntaş
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Heyeta Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê ya 22yem, di Doza Kobaniyê de ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê xwestiye ku zanyariyan derbarê çalakiyên DAIŞê de ji wan re bişîne. Lê Midûriyeta Giştî ya Emniyetê li şûna çalakiyên DAIŞê, tabloya polîs-leşkerên ku di navbera salên 2014 û 2021an de mirine, ji dadgehê re şandiye.
Dadgehkirina 21 jê girtî ya, 108 kesan a ji ber Doza Kobaniyê wê 8ê Çiriya Paşiyê ya 2021an dewam bike ku endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di nav de ne.
Li gorî nûçeya Zemo Ağgozî ya di Ajansa Mezopotamyayê de hatiye weşandin, di danişîna 26ê Hezîranê de parêzeran gotiye ku ji ber mirinên di 6-8ê Çiriya Pêşiyê ya 2014an de ti lêpirsîn li ser DAIŞê nehatiye kirin. Parêzeran xwestiye ku heyeta dadgehê bipirse bê ka DAIŞê ji sala 2014an û heta niha çend çalakî li dar xistine.
Heyeta dadgehê ev daxwaz qebûl kiriye û nivîsek ji Midûriyeta Giştî ya Emniyetê re nivîsandiye.
Heyetê di nivîsê de ji Midûriyeta Emniyetê xwestiye ku “…birîndarbûn û mirinên di encama çalakiyan de pêk hatine weke lîsteyekî bişînin ji dadgehê re.” Di danişîna 27ê Çiriya Peşiyê de heyeta dadgehê bêyî ku behsa naveroka belgeya Emniyetê ji wan re şandiye bike, gotiye “…hatiye dîtin ku bersiv dane, hatiye wergirtin, li dosyayê hatiye zêdekirin.”
Di tabloyê de behsa DAIŞê nekirine
Di vê dokumanê de tabloyek bi sernavê “daneyên terorê yên di navbera salên 2014-2021an de li herêma polîsan pêk hatine” heye.
Di vê tabloya ku Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ji heyeta dadgehê re şandiye de nehatiye nivîsandin bê ka DAIŞê çend çalakî li dar xistine. Hejmara leşker, polîs, cerdevan û sivîlên mirine û birîndar bûne di tabloyê de heye.
Li gor daneyên di tabloyê de. di nabera 2014-2021an de 9 hezar û 436 çalakî pêk hatine. Di van çalakiyan de 349 polîs, 194 esker, 13 cerdevan û 844 sivîl mirine. 3 hezar û 122 polîs, hezar û 402 esker, 32 cerdevan û 6 hezar û 631 sivîl jî birîndar bûne.
Li gor heman tabloyê di 2014an de 2 hezar û 918, di 2015an de 3 hezar û 581, di 2016an de 2 hezar û 119, di 2017an de 345, di 2018an de 162, di 2019an de 165, di 2020î de 95 û 2021ê de jî 51 çalakî çêbûne. (AS/FD)