Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê bi Covîd-19ê ketiye
Encama testa Covîd-19ê ya Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê pozîtîf derketiye.
![Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê bi Covîd-19ê ketiye](https://static.bianet.org/system/uploads/1/articles/spot_image/000/236/179/original/MMacron_(1).jpg)
Fotograf: AA
Testa vîrusa koronayê ya cureya nû(Covîd-19) ya Emmanûel Macron, Serokomarê Fransayê pozîtîf derketiye.
Qesra Elyseeyê daxuyaniyekî nivîskî daye û diyar kiriye ku piştî nîşaneyên Covîd-19ê li Macronî peyda bûye, testa wî ya PCRyê hatiye çêkirin.
Di daxuyaniyê de hatiye aşkere kirin ku encama testa Covîd-19ê ya Serokomar Macron pozîtîv derketiye û wê Serokomar 7 rojan xwe bigire karantînayê û xebatan ji dûr ve bişopîne.(AY)
*Çavkanî: AA