Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Malbatê dengê xwe li Dibistana Amadehî ya Keçan a Anadoluyê ya Fethî Şîmşek a li Taxa Demokrasiyê ya Pirsûsê dengê xwe daye.
Emîne Şenyaşar piştî dengdayînê axaftineke kurt kiriye û wiha gotiye: “Xwedî li dengên xwe derkevin. Em ê ji vê pêvajoya giran derkevin. Bi izna Xwedê dê guherîn çêbibe.”
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar jî wiha gotiye: “Ji bo pêşerojeke demokratîk û ronî, me dengê xwe ji bo edalet û aştiyê da. Banga me ji bo gelê me ev e; her kes bila biçe ser sindoqê. Dengê xwe bidin û xwedî li vîna xwe derkevin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (NT/AY)