Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî li ber avahiya Edliyeya Rihayê 679 roj in dewam dike.
Malbatê ji bo danişîna dozê ku wê li 5emîn Dadgeha Cezayê Giran a Meletiyê bê lidarxistin banga tevlibûnê kirine.
Emîne Şenyaşarê bang li jinan kiriye
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê Emîne Şenyaşar bi bîr xistiye ku danişîn wê sibê were lidarxistin û Fadil Şenyaşar 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Şenyaşarê bang li her kesî kiriye ku xwedî li dozê derkevin û wiha gotiye: “Heta niha hemû jin xwedî li me derketin. Bila li dadgehê jî xwedî li me derkevin. Bila herkes ji her derê were dadgehê. Heke zext çêbibe belku edalet bi cih were û kurê min were berdan. Hêviya min di hatina we de ye.”
Şenyaşar a destnîşan kiriye ku ew du sal in ji bo edaletê têdikoşin, xwestiye ku bi vê dozê edalet bi cih were û wiha berdewam kiriye: “Bila kurê min berdin em jî biçin mala xwe. Ev hikumeteke çawa ye. Rastiya vê dewletê nîne tenê zilm dike. Kesên ku malbata min qetilkirin digerin, kurê min jî girtî ye. Êdî bes e bila ev zilm bi dawî bibe. Bila kujer bên cezakirin. Zarokên min û hevjînê min kuştin. Ez dixwazim hemû bên girtin. Li nexweşxaneyê mirov nayên kuştin, qeyd nayên tunekirin. Nexweşxaneya komkujî lê hate kirin di rojekê de nayê boyaxkirin. Ev dewleteke çawa ye? Êdî bes e bila kurê min were berdan û bila kesên ku ev komkujî pêkanîne jî bên girtin.”
“Sûcê mirovahiyê ye”
Ferît Şenyaşar jî ku ji êrişan bi birîndarî rizgar bûbû wiha gotiye: “Qetilkirina mirovên bêparastin a li nexweşxaneyê, qetilkirina bi lînckirinê li gorî hiqûqa navneteweyî sûcê şer e, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Em bang li hemû partiyên siyasî dikin; di holê de sûcekî siyasî heye. Divê herkesên ku ji xwe re dibêjin ez mirov im tev li vê dozê bibin. Em bang li hemû baroyên Tirkiyeyê dikin. Baroyên herêmê doza me dişopînin. TBB doza me dişopîne. Rêxistinên hiqûqê doza me dişopînin. Daxwaza me edalet e. Em hemû kesên ku dixwazin li Tirkiyeyê edaletê pê bê vedixwînin danişîna ku dê sibê were lidarxistin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)