Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşarê, çalakiya xwe ya Nobeta Edaletê ya li Rihayê dabû destpêkirin, berê veguhest ber Wezareta Dadê û piştre ji wir jî veguhest ber Serokatiya Meclisê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê îro çûna Şenyaşarê ya ji bo cihê avahiya ku Koma DEM Partiyê lê ye hat astengkirin. Piştî vê rewşa wê xirap bû. Xebatkarên tenduristiyê yên di ambûlansa li Meclisê de disekinin mudaxileya destpêkê li Şenyaşarê kir. Şenyaşar pişt re bi ambûlansê birin nexweşxaneya Meclisê.
Parlamenterê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar da zanîn ku ji ber nexweşiya dil dayika wî birine nexweşxaneyê.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(AY)