Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja 735an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê malbat, di saetên sibehê de ji Pirsûsê hatine ber deriyê Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirine. Di çalakiyê de malbatê pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar Edalet” vekirine. Malbat, fitara xwe li ber deriyê edliyeyê vedike.
“Em ê çalakiya xwe bidomîne”
Di çalakiyê de di destpêkê de Ferît Şenyaşar axiviye û bi bîr xistiye ku nobeta wan ketiye sala sêyemîn û weha gotiye: “Pediviya her kesî bi edaletê heye. Daxwaza me edalet e û civak jî xwedî li vê têkoşîna me derket. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li dijî malbata komkujiyek hate kirin û yek ji kesên komkujî pêk anî jî Parlarmenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz e. Lê AKP xwedî le derket lewma dozger erka xwe bi cih neanîn û edalet pêk nehat. Niha jî li pêşiya me hilbijartinek heye û AKP li her deverê dengan winda dike. Dê herî zêde jî li Rihayê winda bike. Ji ber ku welatiyên Rihayê yên hestiyar xwedî li çalakiya me derketin. Em bi biryarin heta edalet pêk were em ê li ber Edliyeya Rihayê çalakiya xwe bidomînin."
“Em li dijî zilmê li vir rûniştin”
Piştre jî Emîne Şenyaşar axivîye û daye zanîn ku wan li dijî zilmê li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiyê kirine. Şenyaşarê axaftina xwe wiha bi dawî kiriye: “Zilmekî giran li me kirin. Bila edalet pêk bê ku ez jî êdî biçim mala xwe û rojiya xwe di nava neviyên xwe de bigirim. Di malbata me de 3 kes hatin qetilkirin. Hemû dinya bû şahidê zilma li me hatiye kirin. Edî bes e bila zarokê min berdin. 5 sal in di hucreya yekkesî de ragirtî ye. Bila berdin. Keçeke wî heye û bila bê cem keça xwe. Ez ji bo her kesî daxwaza edaletê dikim.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)