Fotograf: MA
Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 17 roj in li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Şenyaşarê çalaki ji bo hevjîn û kurên xwe dabû destpêkirin. Polîsan midaxeleyî çalakiyê kirine.
Di saetên sibê de Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çûyîne pêş edliyeyê û dowîzên ku daxwazên wan yên edaletê li ser hatiye nivîsin kirine şovaleyan.
Li gorî Ajansa Mezopotamyayê piştî demekê polîs hatine gel malbata Şenyaşar û gotine, ji ber ku edliye “avahiya dewletê ye” ew ê destûrê nedin ji bo danîna şovaleyan.
Her weha piştre polîsan dest danîne ser şovaleyên ku wêne û dowîz li ser in û Emînê Şenyaşar û Ferît Şenyaşar desteserkirine.
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar 17 roj in li pêş Edliyeya Rihayê bi daxwaza “Edaletê” çalakiya rûniştinê dabûn destpêkirin. Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê hatibû kuştin û kurekî wê jî girtiye. Şenyaşarê çalaki ji bo hevjîn û kurên xwe dabû destpêkirin. Polîsan midaxeleyî çalakiyê kirine.
Ferît Şenyaşar ku demeke dirêj li dijî polîsan li ber xwe daye gotiye, "17 roj in em li vir in. Heta niha we çi ji me re got, me kir. Dema ku me dest pê kir em li hundir bûn, we em derxistin derve. Ji niha û pê ve hûn me bikujin jî ez ê gavekê bi paş ve navêjim."
Di heman demê de, polîsan pêşiya rojnamevanan jî girtine, bûne asteng ku dîmenan bikşînin. Her weha rojnameger di GBTê de kontrol kirine.
(RT/AY)