Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 792an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Malbat ji mala xwe ya li Pirsûsê çûye ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kiriye.
“Em ê tekoşîna xwe berfireh bikin”
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar di çalakiyê de axiviye û wiha gotiye: “Tirkiyeyê pêvajoya hilbijartinek hesas derbas kir. Di vê hilbijartinê de gelê Rihayê em bijart û wezîfe da me. Yên ku ev neheqiya li me kirin, li bendê bûn ku piştî ez bibim parlamenter em ê dest ji Nobeta Edaletê berdin. Lê belê em ê vê nobetê hin berfire bikin û bidomînin. Em ê bi piştevaniya gelê Rihayê têkoşîna xwe bidomînin.”
“Li Rihayê ewilî erdhej çêbû û paşê jî karesata lehiyê rû da. Du karesatên mezin hatin serê Rihayê. Hê jî birînên van her du felaketan nehatine pêçan. Ez ê wek parlamenterekî li Enqereyê jî têkoşîna me bidomînim û li Rihayê jî bi piştevaniya gel em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
“Min bi tenê nehêlin”
Emîn Şenyaşar jî axivîye û gotiye: “Wê Ferît biçe Enqereyê, ez ê li vir Nobeta Edaletê bidomînim. Heta lawê min ê girtî neyê berdan, ez ê ji vir ranebim. Ez bang li her kesê ku xwedî wîjdan e dikim ku piştevaniya min bikin û min bi tenê nehêlin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)