Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 582an dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê malbat di saetên serê sibehê de hatin pêşiya Edliyeya Rihayê. “Quncikê edaletê yê malbata Şenyaşar” ku malbatê li wir çalakiya xwe dikir, hefteyekê ye di bin dorpêça polîsan de ye. Malbatê jî çalakiya xwe li pêşiya bariyerên polîsan domandiye.
Polîsên ku ji bo astengkirina çalakiya malbatê hefteyek berê bariyerên beton danîbûn pêşiya edliyeyê, dema wêneyên komkujiyê ji bariyeran girtin gotibûn; “Wêneyên we ji bariyerên dewletê digirin” û xwestibûn ku malbata wêneyan rake. Lê belê malbatê li ber xwe da û polîs neçar kirin ku paşdegav biavêjin.
Ferît Şenyaşar, bertek nîşanî destwerdana polîsan a li pêşiya edliyeyê û wiha gotiye: “Di sala 2018an de li nexweşxaneya dewletê ambûlansa dewletê hate parçekirin. Çima derheqê vê mijarê de çima tu rayedar doza cemaweriyê venekain? Ez vê rewşê ji bo wijdana gel dihêlim û hewaleyî wezîrê dadê yê dibêje ‘edalet’ dikim.”
“Ez nikarim ku weke kes nemiriye tevbigerim”
Malbatê, li ser hesaba xwe ya medyaya civakî Walîtiya Rihayê etîket kiriye û ev peyam weşandiye: “Ma em weke ku kesek nemiribe tevbigerin? Kurê min ev 4 sal in bi awayekî neheq di hucreyê de tê ragirtin. Dema edalet pêk hat, ez ê biçim mala xwe. Yê ku ji xwe re dibêje insan, dê li hemberî vê zilma li pêşiya edliyeyê bêdeng nemîne.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.(EMK/AY)