Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarê hatibûn kuştin. Şenyaşar ji nexweşxaneya ku lê emeliyat bûbû, derket.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Şenyaşar ji bo çalakiya xwe ya li Meclîsê bidomîne çûye odeya kurê xwe, Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Rihayê Ferît Şenyaşar.
Şenyaşarê li vê derê daxuyaniyekî kurt da û diyar kir ku piştî qetlîamê ew bi berdewamî nexweş dikeve û ji roja ku çalakî daye destpêkirin heta niha çar caran emeliyat bûye.
Şenyaşarê da zanîn ku piştî qetilkirina malbata wê, tu sûcê kurê wê Fadil Şenyaşar ê hatiye girtin nîn e, wekî hemû cîhanê Serokomarê AKPî Tayyîp Erdogan jî dizane û wiha got: “Çima wisa dikin? Hinekî biwijdan bin û kurê min berdin.”
‘Serokê Meclîsê soz da’
Şenyaşar bi bîr xist ku hêj çavê wê li riya kurê wê yê û wiha pê de çû: “Dema mirov emeliyat dibe, diçe nav zarokên xwe. Lê belê ez naçim, ez ê li Meclisê bim. Serokê Meclisê soz da min. Heya ez zarokê xwe negirim jî ez ê neçim. Bila zarokê min berdin, da ku ez jî biçim li mala xwe. Êdî wan em jî kuştin, bes e.”
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû.
(EMK/AY)