Fotograf: MA
Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî di roja 543yan dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9ê Adara 2021an de li ber avahiya Edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû.
Hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurê wê ji aliye xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere Rihayê yê AKPê ve hatibûn kuştin. Emîne Şenyaşar û kurê wê yê bi navê Ferît Şenyaşar ku ji êrişê bi brîndarî filitîbû, bi daxwaza dadkirina berpirsiyaran nobeta "edaletê" dabûn destpêkirin.
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
"Êdî bila Fadilê min berdin"
Emîne Şenyaşar li ber avahiya edliyeyê daxuyaniyek daye û careke din daxwaza edaletê kiriye: "Dadger û dozger me sûcdar dikin. Em heqê xwe li wan helal nakin. Kî ku zilmê li me bike em heqê xwe li wan helal nakin. Êdî bes e bila Fadilê min berdin. Di qawîşekê de tenê tê ragirtin. Keçekî wî heye, bêyî ku bavê xwe bibîne mezin bû.
"Du kurên min hatin kuştin, bila Fadilê min bê malê. Kurê min li girtîgehê, em li vir dirizin. Zarokên min bi neheqî kuştin, ez edaletê dixwazim. Ne tenê ji bo xwe, ji bo her kesî edaletê dixwazim. Hemû kesên di girtîgehan de bêsûc tên ragirtin, bila bên berdan. 543 roj in zilmê li me dikin. Çi li me dikin bila bikin, heya ku edalet neyê em ê ji vir ranebin. Heya kurê min neyê ez ê ji vir ranebim. Heke ku bimrim bila li pêşiya edliyeyê bimirim. Bila biwîjdan tevbigerin."
"Pêşangeha Edaletê" dewam dike
"Pêşandana Edaletê" ya Malbata Şenyaşarî ji bo 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî û roja destpêkirina sala edlî li "Quncika edaletê yê Malbata Şenyaşarî" vekiribû di roja 2em de didome.
Di pêşangehê de wêneyên ku di çalakiyê de hatine kişandin, karîkatûrên li ser Emîne Şenyaşar û edaletê hatine xêzkirin, wêneyên êrişa li ser Malbata Şenyaşarî hene.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû. Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (FD)