Fotograf: AM
Ji bo nûçeya tirkî / îngilîzî bitikîne
Haci Esvet Şenyaşar, hevjînê Emîne Şenyaşarê, Adîl û Celal Şenyaşar ku kurê Emîne Şenyaşarê ne ji aliye xizim û pasewanên İbrahîm Halîl Yildiz, parlamentere AKPê ve hatibû kuştin. Emîne Şenyaşarê bi daxwaza “edaletê” 7 roj in li pêş Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya runiştinê kiribû.
Baroya Rihayê bûyerê dişopîne
Emîne Şenyaşar îro bi îdaya ku “heqaret li wezîfedarê dewletê kiriye” desteserkirine û birine Midiriyeta Emniyetê ya Rihayê. Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, Abdullah Oncel, Serokê Baroya Rihayê ji bo Şenyaşara ku hatiye desteserkirin gotiye, “Li ser îdiayek ji bo îfadeya wê bigirin desteserkirine.”
Çalakiya Ferît Şenyaşar li pêş Edliyeyê didome.
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de piştî êrîşa pasevan û xizmên Ibrahîm Halîl Yildizî ya li ser malbata Şenyaşaran, pevçûneke çekdarî pêk hatibû û di encamê de Mehmet Şah Yildiz, birayê parlamenterê AKPyê, esnaf Haci Esvet Şenyaşar tevlî Adil û Celal, herdu kurên xwe miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku bav û du birayên wî miribûn, birîndar bûbû. Li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil ya Amedê dihate dermankirin. Di 17ê Hezîranê de piştî ku dermankirina wî qediya û ji nexweşxaneyê derketibû, ew desteser kiribûn û girtibûn. (EMK/FD)
(EMK/AY)