Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşara ku xizm û pasevanên parlamentere AKPyê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018an de hevjînê wê û du kurên wê kiştibûn û kurê wê Ferît Şenyaşarî, di roja yekem a cejnê de jî dewam kiriye.
Nobeta Edelatê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê di 9ê Adara 2021an de destpê kiribû.
“Kurê min berdin”
Emîne Şenyaşar di 828em roja nobetê de serê sibê çûye ber avahiya edliyeyê. Şenyaşarê bal kişandiye li ser girîngiya cejnan:
“Îro cejn e. Hemû kes bi nevî û zarokên xwe re ne. Lê ez dîsa li pêşiya edliyeyê me. Dixwazim êdî cejnan li mala xwe bikim. Bêyî ku bibêjin dinya sar e yan jî germ e, em çalakiya xwe li vir didomînin. Em li pêşiya edliyeyê bûne koçber. Qeydên kamerayan derxînin, kurê min berd in da ku em jî vegerin mala xwe. Heta ku kurê min neyê berdan ez ê heqê xwe li ti kesî helal nekim. Heta ku edalet pêk neyê ez ê li mala xwe rûnenim. Heke li vir edalet pêk neyê, ez ê biçim Enqereyê û li wir rûn im.”
Emîne Şenyaşarê bang li Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan û hevjîna wî Emîne Erdoganê jî kiriye û gotiye: “Gelo heke zarokên we bi vî awayî hatibûna kuştin we yê çi bikira? Emîne Erdogan çima vê têkoşînê nabîne?”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/FD)