Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşarî ya li ber avahiya Edliyeya Rihayê, di roja 730an de dewam dike.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Îbrahîm Yildiz ku yek ji kujerê Malbata Şenyaşar bû her çiqas 5 sal in derbarê wî de biryara girtinê hebû jî nedihat dîtin û di nexweşxaneya ku lê dihat dermankirin miribû. Ferît Şenyaşar bal kişandiye ser mirina Yildizî û gotiye: “Yildiz biraziyê parlamenterê AKP’î ye û di bin parastina wî de ameliyat bû ye.”
Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar li mala xwe ya navçeya Pirsûsê hatine ber Edliyeya Rihayê. Malbatê li ber pankarta ku li ser “Ji bo malbata Şenyaşar edalet” nivîsiye çalakiya xwe domandiye. Her wiha Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar dowîzên ku li ser ‘Edalet’ nivîsandî jî hilgirtine. Ferît Şenyaşar axivîiye û bi bîr xistiye ku wan sala par rojiya xwe li ber edliyeyê girtiye lê dayik dixwazê ku îsal di nava neviyên xwe de li malê rojiya xwe bigire û anîye ziman ku heke edalet pêk neyê wê îsal jî rojiya xwe li ber edliyeyê bigirin.”
Şenyaşar, bal kişandiye ser Îbrahîm Yildizê ku ji ber kuştina Celal Şenyaşar û birîndarkirina Adil Şenyaşar 5 sal in biryara girtina wî hebû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin miriye û wiha got: “Biraziyê wekîlê ku biryara girtina wî heye dikare bizewice, zarokek çêbike, li nexweşxaneyeke taybet emeliyat bibe û dema li ber mirinê ye dewlet wî digire û piştî ku dimire teslîmî malbatê dike. Ev skandalek hiqûqî ye. Li vir ez bang li wezareta dadê û wezareta tenduristiyê dikim; Em der barê vê bûyerê de daxuyaniyeke fermî dixwazin. Bila rayedarek derkeve û bibêje ev gotin ne rast in. Berpirsiyarê komkujiyê wekîl û malbata wî ne. Biraziyê wekîl ku biryara girtina wî heye, dikare biçe nexweşxaneyê û di bin parastina wekîl de emeliyat bibe. Em di doza xwe de mafdar in, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin, heta edalet pêk neyê em ê li ber edliyeyê bin.”
Heta edalet pêk neyê ez ê rûnim”
Pişt re Emîne Şenyaşar axivîye û diyar kiriye ku heta edalet pêk neyê ew ê li ber edliyeyê rûnin û wiha gotiye: “3 em sal in em li ber edliyeyê rûdinin. Kurê min 5 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Min par rojiyên xwe hemû li vir girtin, heke edalet pêk neyê ez ê îsal jî li vir rojiyên xwe bigirim. Guneha me di stûyê wan de ye. Wijdanê wan tune ye, ez neviyên xwe li malê dihêlim û li vir rojiya xwe vedikim.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (EMK/AY)