Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşarî ya li ber Edliyeya Rihayê di roja xwe ya 809an de dewam kiriye.
Li navçeya Pirsûsê ya Rihayê, pasevan û xizmên parlamenterê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Îbharîm Halîl Yildizî di 14ê Hezîrana 2018ê de êrîşî malbata Şenyaşarî kiribûn. Di encamê de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşarî hatibûn kuştin.
Emîne Şenyaşar îro çûye pêşiya Edliyeya Rihayê, li quncikê weke “Quncikê edaletê yê Malbata Şenyaşar” tê zanîn pankarta “Ev 5 sal in em edaletê dixwazin” vekiriye û dest bi Nobeta Edaletê kiriye.
Parlamenterê Partiya Çep a Kesk ê Rihayê Ferît Şenyaşar ji ber xebatên siyasî li Meclisê bûye lewma nekarîye tev li Nobeta Edaletê bibe.
Di çalakiya îro de Şaxa Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî (SES) ya Rihayê çûye serdana malbatê û tev li çalakiyê bûye.
“Emîne Şenyaşar mînak e”
Di çalakiyê de endamê Lijneya Rêveberiya Şaxa SESê ya Rihayê Salih Karataş axivîye û bi bîr xistiye ku çalakiya malbatê di roja 809an de didome. Karataş, wiha domandiye: “Têvî ku ev qas sal û demsal derbasbûn jî daxwaza edaletê ya malbata Şenyaşar bi cih nehat. Daxwaza edaletê ya dayika Emîne Şenyaşar daxwaza me hemûyan e. Li ber çavê hemû kesan komkujiyek hate kirin lê dimenên wê komkujiye ji aliye yên ku giredayî desthilatê ve ne hatin jêbirin. Lê dayika Emîne Şenyaşar bi helwesta xwe hem li welatê me, hem li Tirkiyeyê û hem jî li hemû dinyayê wehşeta vê komkujiye derxist hole. Dayika Emîne ji bo hemû kesen bo jiyaneke birûmet têdikoşin mînak e. Em jî bang li hemû kesan dikin ku piştgiriya têkoşîna edaletê ya malbata Şenyaşar bikin.”
“Ez ji vir ranabim”
Piştre jî Emîne Şenyaşar axivîye û destnîşan kiriye ku heta edalet pêk neyê ew ê têkoşîna xwe bidomîne. Şenyaşarê axaftina xwe wiha qedandiye: “Heta kurê min neyê berdan ez ê ji vir ranebim. Edî bes e bila ev zilm biqede, bila kurê min berdin da ku em jî biçin mala xwe. Ji bo her kesî edaletê dixwazim. Zilmeke mezin li me kirin. Li tu deverên cîhanê nehatiye dîtin ku mirov di hundirê nexweşxaneyê de bi rehetî komkujiyê bikin.”
Bixwîne-Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatine desteserkirin
Bixwîne-Emîne Şenyaşar hatiye desteserkirin
Bixwîne- Malbata Şenyaşar carekî din banga “bêdeng nemînin” kiriye
Bixwîne- Malbata Şenyaşar: Bila zilm bi dawî bibe
Çi bûbû?
Di 14ê Hezîrana 2018an de di dema xebatên hilbijartinê yê Îbrahîm Halîl Yildiz, parlamenterê Rihayê yê AKPê de êrişa çekdarî pêkhatibû.
Di encama êrişê de Mehmet Şah Yildiz, birayê Îbrahîm Halîl Yildiz, Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar miribûn.
Fadil Şenyaşarê ku di pevçûnê de bavê wî û herdu birayên wî candabûn û bi xwe jî brîndar bibû, li Nexweşxaneya Lêkolînê û Perwerdeyê ya Gazî Yaşargîl a Amedê hatibû desteserkirin û piştre dadgehê biryara girtina wî dabû. (AY)
*Çavkanî: Ajansa Mezopotamyayê