Emîne Ocak yek ji wan dayikan bû ku ji 27ê Gulana 1995an vir ve her Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê rûdinişt û ji bo zarokên xwe edaletê dixwest.
Îro, di 89 saliya xwe de, li vê qadê hate oxirkirin.
Emîne Ocakê piştî ku Qada Galatasarayê ji Dayikên/Mirovên Şemiyê re hat girtin weha gotibû: "Ger em dev jê berdin, ev welat dê ji bo yên windakirine weke bihuştek bimîne." Ji bo vê gotina Ocakê îro pankarta “Te dev jê berneda, em ê dev jê bernedin” bi darbesta wê ve hate danîn.
Zarok, xizm, hezkiriyên wê û hevalên wê yên têkoşînê darbesta wê ya bi şalika reş hatibû pêçandin bi qurnefîlên sor xemilandin û bi dirûşmeyq "Em li vir in, Dayê" xatir ji wê xwestin.
Jinan cenazeyê #EmineOcak ê yek ji #DayikênŞemiyê ye li ser milên xwe anîn Qada Galatasarayê.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) July 24, 2025
📹 : @VecihCuzdan pic.twitter.com/h25Uh9ScNe
Endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan, Berdevka Partiya DEM Partiyê Ayşegul Dogan, Parlamenterê CHPê yê Amedê Sezgîn Tanrikûlû, Serokê Bajarê Stenbolê ya CHPê Ozgur Çelîk, Hevseroka IHDê Eren Keskîn, Dayikên/Mirovên Şemiyê, rêxistinên civaka sivîl, parêzvanên mafên mirovan û Dayikên Aştiyê û bi sedan hezkiriyên Ocakê tevlî merasîmê bûn.
Sebla Arcan, endama Komîsyona Li Dijî Windakirinên di Binçavan de ya Şaxa IHDê ya Stenbolê li ser navê "hemû zarokên wê" axivî û got, "Ew tenê wekî dayîka Hesen hat Qada Galatasarayê, ew veguherî qehremanek ku li hember neheqiyê serî netewand û dîroka fermî red kir û bû Dayika Emîne ya her kesî."

"Dema dayikêk bêdeng dibe, dîrok jî bêdeng dibe."
Arcan ji bo bîranîna Emîne Ocakê ev tişt got:
"Neheqî, înkar û tunehesibandina ku ew rûbirû bû, agirê ku ji bo zarokê wê bi dilê wê ket, ew ne tenê kir dayikek, kir semboleke berxwedanê jî. Dayika Emîne wijdana vî welatî bû. Ew dengê windayan, yên bêdengkirinan û yên ku hatine tunehesibandin bû. Ew dayikek bû ku ne tenê bi hêstiran, lê bi berxwedanê li pişt zaroka xwe dimeşiya. Têkoşîna Emîne Ocakê ev tişt fêrî me kir: Dema dayik bêdeng dibe, dîrok jî bêdeng dibe. Lê dema dayikek li dijî zilmê serî hildide, dîrok rûpela xwe ya herî paqij ji wê re vedike. Mîna hemî Dayikên Şemiyê yên ku me winda kirine, Emîne Ocak cihê xwe li ser rûpela paqij a dîrokê girt."

“Em di bin sîya te de mezin bûn”
Keça Emîne Ocakê Masîde Ocakê diyar kir û got, "Dayika me ne tenê Hesen, bi hezaran zarokên ku di binçavan de winda bûne jî di dilê xwe de hilgirt,"
Her weha Maside Ocakê wiha berdewam kir:
"Dayika min, tu ne tenê di dilê me de, di dilê bi mîlyonan kesan de jî bû hêvî. Dîtina hêviyê di nav êşê de û mayîna li ser piyan di rojên tarî de, bi saya te pêkan bû. Tu her tim serbilind bû. Te ne tenê êşa xwe, êşa kesên ku neheqî lê hatine kirin û winda bûne jî hilgirt ser milê xwe. Em di bin siya te de mezin bûn. Di kûrahiya çavên te de, me navên kesên hatine windakirin jiber kir.”
Emîne Ocak li #QadaGalatasarayê, li cihê ku têkoşîna xwe lê da destpêkirin, hat bîranîn. Zarok, hevrê û hezkiriyên wê ew bi dirûşmeya "Dayê, em li vir in" oxir kirin. Cenazeyê Ocakê dê bibin Cemxaneya Gaziyê û dê li kêleka kurê wê Hasan Ocak bê binaxkirin.
— bianet Kurdî (@bianet_kurdi) July 24, 2025
📹: @aysegulbasar_ pic.twitter.com/YL89u92UPQ
(AB/TY/AY)






