Ji bo nûçeya tirkî bitikîne
Emîne Erdogan, hevjîna Serokomar û Serokê Giştî yê Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) Recep Tayyîp Erdoganî giliyê Edîtorê Rojnameya BirGünê Gokay Başcanî li cem dozgerî kiriye û îdia kiriye ku heqaret li wê kiriye.
Demeke berê Qanûna Hawirdorê hatibû guhertin û li gorî vê guhertinê, wê Serokatiya Ajansa Hawirdorê mafê bikaranîna peravan bide şîrketên taybet. Di nûçeyê de hatiye îdiakirin ku têkiliya vê ajansê bi Emîne Erdoganê re heye.
Emîne Erdoganê îdia kiriye ku bi van nûçeyan re ew bê rûmet kirine. Beriya niha, ew nûçeyên navborî hatibûn qedexekirin.
Piştî ku Emîne Erdoganî giliyê Başcanî kiriye, Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, îdianameyek amade kiriye û gotiye ku “Başcanî heqaret kiriye”.
Di heman îdianameyê de hatiye îdiakirin ku nûçeyê “rûmet, şeref û rêzdariya” Emîne Erdoganî kêm kiriye.
Her weha dozgerî gotiye ku Başcanî “bi rengekî aşkere heqaret kiriye”.
Dadgeha 17ê ya Asliye Cezayê ya Stenbolê îdianame qebûl kiriye.
Nûçeya qedexekirina nûçeyê jî qedexe bûbû
Projeqanûna Derbarê Guhertinê de ya di Qanûna Hawirdor û Hin Qanûnan de pêşkêşî Parlamentoyê kiribûn. Li gorî vê projeqanûnê, erka îhalekirina mapa û şamandirayên li hemû peravên Tirkiyeyê wê di destê Serokatiya Ajansa Hawirdorê de be. Ajansa navborî di bin per û baskên Emîne Erdoganî de ye. (HA/FD)