Ji bo nûçeya Tirkî / İngilîzî bitikîne
Hevseroka berê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamentera berê Emine Ayna ji hêla dadgehê ve bi şertê kontrola edlî hat berdan ku dozgeriyê daxwaza girtinê kiribû.
Ayna duh li mala xwe ya li Amedê di encama serdegirtina polîsan de hatibû desteserkirin û polîsan ew biribûn Beşa Têkoşîna Dijterorê ya Midûriyeta Emniyeta Amedê.
Dozgeriyê bi tohmeta “endamtiya rêxistinê” Ayna şandibû Dadweriya Ceza ya Sulhê ya Nobedar, lê Dadweriyê bi şertê kontrola edlî û qedexeya derketina derveyî welêt berda bû.
Derbarê Emine Ayna da
Sala 1968an de li Amedê çêbû. Ji Beşa Aborî ya Fakulteya Zanistên Iqtîsadî û Îdarî ya Zanîngela Çukurovayê di sala dawî de terk kir.
Di nava avakarên Komeleya Jinê ya Gokkuşagi de cî digire.
Di sala 2007an de weke parlamentera serbixwe ji Mêrdînê bû parlamenter, dîsa bû hevseroka Partiya Civaka Demoktarîk (DTK). Di sala 2011an de bi piştgiriya Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) bu parlamentera Amedê.
Ji sala 2014an heta 2016an weke hevseroka DBPê kar kir lê di Rêbendana 2016an de dest ji siyasetê berda.