Ji bo nûçeya tirkî / ingilîzî bitikîne
Girtiyê bi navê Bûrak Dîkîl îsal ketiye ezmûna zanîngehan û Beşa Tenduristî û Ewlehiya Karî ya Dibistana Bilind a Zanistên Teknîkê ya Zanîngeha Hîtîtî qezenc kiriye.
Dîkîl ji bo ku bikaribe biçe zanîngehê, ji xwestiye ji Girtigeha Vekirî ya Îskîlîpê ya Çorûmê, biçe Girtîgeha Vekirî ya Çorûmê. Ev daxwaza wî hatiye pejirandin.
Bûrak Dîkîlî ji bianetê re got ku, rêveberiya Girtîgeha Vekirî ya Çorûmê destûrê nade wî û du hevalên wî yên din en mîna wî zanîngeh qezenc kirine.
Rayedarê girtîgeha vekirî yê bianetê bi rêya telefonê jê re behsa rewşê kir û xwest zanyariyan bide, got ku wan zanyariyên hewce dane wî kesî û ew nikarin zanyariyan bidin bianetê.
Ji ber sedema ku girtî di dema pandemiyê de bi destur çûne girtîgeha vekirî û di rastiyê de li gorî rêziknameya girtîgeha sergirtî cezayên wan tê bicihanîn.
Lê Bûrak Dîkîlî diyar kir ku ew neçar e weke girtiyên din ên li girtîgeha vekirî dimînin tevbigere û weke wan girtiyan mafê wî yê telefonkirinê, mehê çar caran hevdîtinan bike.
Dîkîl ji ber sûcê talankirinê 12 sal in girtî ye. Bûrak Dîkîlî diyar kir ku digel qedexe ye lojmanan bi girtiyan didin paqijkirin û wî giliyê vê kiriye.
Serî li dadgehê daye
Dîkîl ji bo ku bikaribe bixwîne, serî li Dadweriya Bicihanîna Cezayan daye lê serlêdana wî nehatiye pejirandin. Paşê jî serî li Dadgeha Cezayê Giran daye. Niha dosyeya wî li ber destê heyeta dadgehê ye.
Bûrak Dîkîlî got ku tene ew dixwaze bikaribe biçe bikeve dersên xwe û bê û wî telefonî rêveberên girtîgehên vekirî yên li Konya, Kastamonû û Kocaeliyê kiriye û ji wî re gotine ku girtiyên li wir diçin dibistanan.
Wî û hevalên wî yên din bi sedema ku cudakariyê li dijî wan dikin serî li Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê, Saziya Mafên Mirovan û Wekheviyê ya Tirkiyeyê û Saziya Kontrolkirina Dewletê dane lê rêveberiya girtîgehê daxwaznameyên wan neşandine û bi şûn de vegerandine.
Xala 76/1ê ya Qanûna Derbarê Bicihanîna Cezayan a Tedbîrên Ceza û Ewlehiyê: Girtiyên li girtîgehên vekirî û dersxaneyên zarokan tên girtin, dikarin mafên xwe yên hînbûna berbelav û formal, girtiyên li girtîgehên sergirtî dimînin jî dikarin mafên xwe yên hînbûna berbelav bikar bînin.
(AS/FD)