Kolektîfa Sînemaya Mezopotamyayê derbarê sînemager Mensûr Kerîmeyanî de daxuyaniyeke nivîskî weşandiye. Di encama êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Rojavayê de 9 kes miribûn. Tirkiyeyê di 26ê Kanûna Pêşiyê de êrîşî navenda diyalîzê ya li Qamişloyê kiribû. Kerîmeyanî li wir can dabû.
Kolektîfê di daxuyaniya xwe bal kişandiye li ser êrîşan û Kerîmeyanî û gotiye:
“Di êrîşên ku Tirkiyê di 25ê Berfanbarê de li hemberi Bakûr û Rojhilat Suriyeyê (Rojava) da dest pê kirin de 9 kes hate getilkirin. Yek ji wan kesên ku hate getilkirin jî sînemager, derhenêrê dimenê Mensûr Kerîmeyan e. Kerîmeyan ku 26ê Berfanbarê de di bombebarana li navenda diyalizê ya li Qamişloyê de hate qetilkirin, ji Rojhilatê Kurdistanê ji bajarê Sinê ye. Ji ber zordestiyên desthilatdariya Îranê mecbûr dimîne û koç dike.
“Kerîmeyan, xebatên xwe yên hünerî û ên sînemayê li Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Jiyana Mensûr Kerîmeyan bi tekoşin û xebatên sinemayê pêk tê, di gelek filman de cih digire. Dema Dirîreşkan, Nameyên ji Şengal, Kobanê û rêzefilma Evîna Kurd hin filmên ku Kerîmeyan tê de cih girtî ye. Kamera, ronahi, montaj û deng, di hemû qadên teknîkî ên sinemayê de bi awayekî serkeftî xebitî ye.
“Dema em li jiyana Kerîmeyan jî dinihêrin em dibînin ku li Kurdistanê çêkirina sînemayê û mijulahiya bi hûnerê bi serê xwe berxwedanek e. Û li chanê, li kêm welatî ji bo xebatên huner bedelên ewqas mezin tên dayîn.
“Em wek hevalên Kerîmeyan ên sînemager, bang li raya giştî dikin ku li hemberî vê qetlîama ku berdewam dike bêdeng nemînin.
“Em soz didin Kerîmeyan, dê kameraya wî li erdê nemîne û em ê heta dawiyê xwedî li tekoşîna wî, doza wî derkevin!”
(TY/FD)