Ji bo nûçeya Tirkî / Ingilîzî bitikîne
Hîna Alî Samî Yen nehatibû rûxandin. Ez li trîbuna vekirî ya nû bibûm yekî ji malê. Di maçên Lîga Şampiyonan de ji ber buhayê bilêtan min hêla jêr, di maçên lîgê de jî bi heman hincetê hêla jor tercîh dikir.
Ez û hevalê xwe ê ku gelek caran bi hev re diçûn maçan, em li ciyê xwe rûniştin. Berê me stûmalên xwe li ba da, paşê me slogana “Mîrê civatê tê” avêt, Sirûda Netewî xwend û sêbare*…
Maçê bi rikeberiyeke dijwar dest pê kir. Maçeke coşdar e. Em li stada tîma hember bûn. Tîma li hember Fenerbahçe bû. Piştî demeke diyar me bi hev re dijûn ji tîma Fenerbahçeyê re da. Dest li ser milan, xencereya me li sînor, qirik li ber qetandinê, min his kir ku li trîbunê erd diheje.
Li trîbunê me hemûyan sloganên bi dijûn rêz dikin. Pêşiyê “Ez zarokê Cîmbombomê me, çi ji Kanaryayê bikim! N.K.F.V.A.S.*” paşê jî “Nınınınınıııı Fenerbahçe…. Nınınınınıııı Fenerbahçe….”
Di wê demê de bû ku min ji xwe dipirsî, di dema temaşekirina fitbolê de çima em ji dêya alîgirên tîma hember dikin. Ew sloganên ku min li jorê behsa wan kir, min hemû jî bi coşeke mezin digotin. Bi wê kêfxweşî û hezkirina mezin a ku di heman demê de, gotina tiştekî bi hev re.
Beşa pêşiyê ya sloganê di rastiyê de baş bû: “Ez zarokê Cîmbomê me, çi ji Kanaryayê bikim…” Piştî demekê, gava ku min beşa din digot, dengê min di qirika min de dima. Dema ku li malê min û diya xwe li maçan temaşe dikir û min ev tişt dibihîstin, dengên ku li salonê belav dibûn ji min re xerîb dihatin. Li maçê jî êdî zimanê min nedigeriya.
Him min nedixwest ez bibim beşek ji wê koma ku rexneyan li wan dikim him jî min di dilê xwe de digot ku “mimkun e sloganeke din bê avêtin!”.
Di lehzeyekê de min xwest ku ji wê slogana xirab dûr bikevim û weke teqlîda wan dikim min kire pistepist û li maçê temaşe bikim. Ez bi lêdana li milê xwe hatim ser hişê xwe ku amîgoyê li ber caxê li pêşiya me sekinî bû û pişta wî li qada maçê û ji bo avêtina sloganan hatibû erkdar kirin li min dabû: “Weke mêran biqîre kurê min! Ev çi alîgiriye!”
Min bi gotina “CÎMBOMBOMê” ew tişt bihurand. Min nedixwest bibêjim û di ser de jî ez bi wî tiştî dihatim tohmetkirin ku “ne mêr im”. Ji ber ku min dijûn li dêya hinekan nekiribû li trîbunê tehde li min hatibû kirin. Min wê gavê fam kir ku heke tu dijûnan nedî, nikarî li trîbunan bijî.
Di navbera maçê de ji bo wê tezahurata ku dijûnan ji dayikê re dike min gotineke cuda nivîsand û min li ser serê hevalê xwe kire minmin: “Keko niha tu jî ez jî dema em bi navê dayikên xwe, derbarê cilûbergên wan henekên bê dijûn dikin jî em hêrs dibin. Gelo çima em wan dayikên xwe yên ku gelekî giringiyê didan wan, dixin nava hevok û çalakiyên gelekî girantir û yê li hemberî xwe hêrs dikin? Dema vî tiştî li min bikin, li te bikin, gelekî diyar e ku em ê hêrs bibin. Kuro mînak, ez şerm dikim slogana N.K.F.V.A.Syê* bavêjim. Dêya min alîgira tîma Fenerê ye, ji ber sloganê gotin ji dêya min re tên. Çima? Him ew ne parçeyek ji maçê ne. Ma nabe ku em rasterast tiştekî ji bo xirabiya gogvanî bibêjin? Mînak em bibêjin, ‘Ez ê lingê te bişkînim, Fenerbahçeee!’…”
Bersiv gelekî zelal bû: “Tewşomewşo xeber nede kuro. Dêya te û pîrika te nahesibin. Him ew çiye yaw! Heta bibêje ez ê milê te gez bikim…
Ev tişt ji hêla wî hevalê min jî mantiqî nehatibû qebûlkirin ku me gelek caran bi hev re li maçan temaşe dikir û me nekarîbû vê nîqaşê berdewam bikim. Di rastiyê de me nû nû 18 saliya xwe bihurandibû û mejiyê me nû nû ji ÖSSyê** rizgar bûbû, li ser van karan baş kar nedikir.
Cardin heke ku min nekarîbû ev tişt bi wî re nîqaş bikiriya min ê çawa karîba gelemperiya trîbunan biguherta?
Piştî demeke dirêj, digel ku biryareke beredayî be jî, min got dibe bi hatina jinan a ji bo trîbunê ev rewş biguhere û min ew maç bi baldarî temaşe kiribû ku ji ber “cezayê trîbunê” bi hezaran jin li şûna mêran hatibûn temaşekirina wê.
Ti guhertin çênebûbû. Bi hezaran jinan dîsa dijûnên zayendî kiribûn û bi yek dengî dest bi qîrandinê kiribûn. Encam kambax bû. Sûcdar ne jin bûn. Ji ber ku jinan tiştê mêran dikirin, dubare dikirin.
Ji ber ku çanda trîbunê ya mêran nahêle di wê atmosferê de rewşeke cuda derkeve holê û di vê atmosferê de tundiya zayendî di gotinan xwe de dide der, jinan jî para xwe ji vê standibû. “Em” ne li wir bûn, lê hejmara “me” di wê esnayê de zêdetir bû.
Em ew kesên testosterona wan zêde ye, têkiliyeke wekhev di navbera wan hormonên serotonînê yên di laşî çêdibe de datînin ku yek di dema qezenckirina lîstika fitbolê de derdikeve holê û ya din jî di dema qêrîna têkiliya zayendî de derdikeve holê.
Ji ber wê em hemû bi heman awayî difikirin ku dema golek tê avêtin, gotina herî xweş a bextewariyê tîne zeman a Socrates e: “Na na! Ev ne goleke ji rêzê bû. Orgazmeke wisa ye ku naqede. Nayê jibîrkirin.”
Socrates, gogvanê efsanewî yê Tîma Milî yê Brezîlyayê di pirtûka bi navê “Doctor Socrates” a Andrew Downie de bi van gotinan behsa çîroka van gotinan dike. 1982yê di dema Kûpaya Cîhanê de Tîma Milî ya Brezîlyayê û Tîma milî ya Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sovyetan (YKSS) de Socrates golekê diavêje û pêşbir dibe yek û yek.
Em bi mêraniyeke tepisandî re ji dayik dibin û mezin dibin. Hîna jî min fam nekiriye bê çima tê tepisandin, tiştê tê tepisandin çiye? Lê dema behsa mêraniya tepisandî tê kirin ne tenê behsa çand û trîbunên Tirkiyeyê dikin.
31ê Kanûna Pêşiyê ya 2015ê Kolnê di dîroka xwe de yek ji sersalên herî tarî derbas kir. Li rawestgeha Trênê ya Esasî de li 497 jinan destdirêjiya komelgeyî hat kirin. Alîgirên Hertha Berlînê jî 25ê Çiriya Pêşiyê ya 2017ê ji bo rikeberên xwe hêrs bikin ew pankart vekirin ku tê de nivîsa “Di şeva sersalê bi xwe de jî xwuşkên we bi tena serê xwe dansê dikin” hatibû nivîsîn.
Ev mêranî hovîtiyeke wiha ye ku dikare wê rewşa travmaya civakî ya ne tenê qasî ya Kolnê belê qasî ya Almanyayê mezin e jî bike mijara “qerfan”.
6ê Hezîranê ya 2015ê, di dema pêşbirka Fînala Lîga Şampiyonan a di navbera Juventus û Barcelonayê de ez li Santiagoya Şîlîyê bûm. Ez û çar hevalên xwe yên mêr li heman malê diman. Li gorî saeta Şiliyê pêşbirk saet di 15.45ê de dest pê dikir.
Hekemêm pêşbirkê ji Tirkiyeyê bûn. Yê orteyê Cuneyt Çakir, alîkarên wî Bahattîn Dûran û Tarik Ongûn bû. Hekemên kêlekê Huseyîn Goçek, Bariş Şîmşek û hekemê yedek jî Mûstafa Emre Eyîsoy bû.
Beriya ku pêşbir dest pê bike hevalê min ê malê bang li min kir: “Hekem Tirk e, dema ku ez hêrs bûm, ez ê bi Tirkî dijûnan bikim. Hûn herî zêde çi dibêjin ji hekeman re?”
Em bi wî filmî mezin bûbûn û em wisa hîn bûbûn ku Şevket Altûgî ji mamosteyê xwe yê Ingilîzî re digot “Hastız Pezevenk Osman”. Diviya bû ku ez heqê filmî bidayê.
Lê heke ku min hemû tiştên di hişê xwe de bigota, wê sê çar hevalên me yên keç biçûna. Min got ku “Tiştên seksîst bi min nede gotin…” lê li min guhdar nekir. Min got, “Dîsa jî tu li malê bibêjî lê nêzîkî yekî Tirk nebêje. Herê pir ‘Hekemê qûnek’ tê gotin…” Yek ji wan qadan bû ku min careke din tundkariya zayendî ava kiribû. Min hinekî şert kiribû û ez li ber xwe ketibûm. Bilêvkirina heceya “qû..” ji bo kesê ji Şîliyê re zehmet bû. Xwest ku ez tiştekî din nîşanî wî bidim. Min got ku “siktir be”. Hêsanî bû ji bo wî. Di dema maçê de her gava ku Cuneyt Çakirî li pîspîskê da wî ev dijûn kir û car caran jî hema wisa kir.
Yek ji wan lehzeyan bû ku di demên dawiyê de mi herî zêde xwe nebaş his dikir. Kêfa min ji wî tiştî re nehatibû ku min hêvî dikir ku ez wî tiştî biguherînim lê min careke din ew tişt ava dikir.
Niha, ihtimale ku ne ew lehze ne jî wê gotin wê were bîra hevalê min. Ti qiymeta vî tiştî nîne. Giraniya wî tiştî bêhtir bû ku ji ber çanda min a jêr tiştekî din nekarîbû pêşkêşî min bikira ez neçar bûm. (VA/APA/FD)
Têbînî: Ez lêborînê ji hekemên qedirbilind Cuneyt Çakir, Bahattîn Dûran, Tarik Ongûn, Huseyîn Goçek, Bariş Şîmşek û Mustafa Emre Eyîsoyî dixwazim.
* N. K. F. V. A. S. : Ez di dêya hemû Feneriyan im.
**ÖSS: Ezmûna hilbijartinê ya xwendekaran, ew ezmûn e ku ji bo xwendekar karibin biçin zanîngehê divê piştî lîseyê bikevin vê ezmûnê.
*** Xêz: Kemal Gokhan Gurses
52 MÊR 52 HEFTE
#1 Dibe ku ez dîn bûbim - Mûrat Çelîkkan
#3 Sûr-Karşiyaka-Cebecî-Babialî - Tûgrûl Eryilmaz
#4 Rojhilata Navîn - Umît Onal
#5 Hakan Bicakci - Diêşe Rocky
#6 Ez ditirsim ku bi xwe re rû-bi-rû bimînim - Yekta Kopan
#7 Şeveka li çolê – Tayfun Pîrselîmoglû
#8 3 rewşên tundkariya mêran - Murat Yetkin
#9 Em mêr ji bo jinan gelek nesemîmî ne - Atilla Taş
#10 Mêrbûna muhteşem – Şener Ozmen
#11 Divê kurê min bavê xwe nas bike - Korkût Akin
#12 Rewşa nûçegîhanên jin ji rewşa jinên din ne cudatir e - Gökhan Durmuş
#13 Navê min Hatun e - Ahmet Umît
Ev kampanya di Bernameya Sivil Düşün ya Yekîtîya Ewropayê de bi piştgiriya Yekîtîya Ewropayê(YE) hatiye amadekirin. Naveroka vê kampanyayê û berpirsiyariya wê bi temamî ya Weqfa Ragihandinê ya IPSyê ye, ne nêrînên YEyê ne. |